شبكة لالش الاعلامية

Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Rudaw

Îro yekşemê 30ê Îlona 2018an demjimêr 08:00ê serê sibehê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvarê berdewam ki.

Li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 914 hezar û 992 kes xwediyê mafê dengdanê ne, pêşbîniya partiyan wisa ye ku xelk dê bi rêjeyeke bilind beşdarî hilbijartinan bibin. 46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî dê çavdêriya proseya dengdanê kirin.

:::::::::::::::::::::::::::::::::

18.50

Qubad Talebanî: Hêvîdarim hemû alî bi berpirsyarî tevbigerin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku emcamên hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê her çi be hêvî dikin ku hemû aliyên siyasî biberpirsiyar tevbigerin û got ku proseya dengdanê bê pirsgirêk nebû, lê ji bo kêşe û gazindan rêyên yasayî hene.

Serokê lîsteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî ji Rûdawê re ragihand ku proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bê pirsgirêk û gazin nebûye, lê rêyên çareserkirine hene.

Qubad Talebanî diyar kir ku her çiqas rêje beşdarînê ne wek a pêwîst be jî xelkê Herêma Kurdistanê bi coş û kêfxweşî çûn binkeyên dengdanê û dengên xwe dan.

Talebanî anî ziman ku ew hêvî dike û proseya cudakirin û hejmartina dengan bê pirsgirêke birêve biçe û got: “Me negotiye em dê encamên hilbijartinê red bikin, lê tîmeke YNK gîliyên xwe tomar kiriye û divê rêge bê dayîn ku ew prose bidawî bibe.”

Berdevkê YNKê  Seidî Ehmed Pîre di civîneke rojnamevanî de ragihandibû ku ew encamên hilbijarinên red dikin.
Derbarê daxuyaniya Seidî Ehmed Pîre de jî Talebanî got ku mebesta wî eger di proseya hilbijartinan de sextekarî zêde be ew dê encaman qebûl nekin.

:::::::::::::::::::::::::::::::::

18:00 PM

Dengdana hilbijartinên giştî li Kurdistanê bi dawî hat 

Li Herêma Kurdistanê, gel ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê îro çûn ser sindoqan. Dengdan ji saet 08:00ê dest pê kir û saet 18:00ê bi dema Hewlêrê bi dawî hat.

Îro hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Ji bo vê yekê jî gerek 2 milyon û 914 hezar û 992 hilbijêr çûbana ser sindoqan ji bo hilbijartina 100 endamên parlamentoyê.

Piştî ku deriyê binkeyan hatin girtin proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir û biryar e encamên fermî di heyama 72 saetan de bêne ragihandin.

:::::::::::::::::::::::::::::::::

17:10 PM

Seidî Ehmed Pîre: Em encamên hilbijartina Kurdistanê red dikin

Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre di ragihand ji ber wan hemû sixtekarî û deryasayiyên hatine kirin, bi hemû şêweyekî encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê red dikin.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre di civîneke rojnamegeriyê de li ser encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ragihand, birêz cîgirê sekreterê giştî yê YNKê û Mekteba Siyasî ya YNKê, ji ber wan hemû sixtekarî û deryasayiyên hatine kirin, bi hemû şêweyekî encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê red dike û ji alîgirên siyasî yên YNKê jî daxwaz dikin, ku encaman pesend nekin.

Seidî Ehmed Pîre wiha got:

“Nîşaneyên gelek metisîdar hene, ku êrîşê ser proseya siyasî û demokrasiyê dikin. Êrîş hemû aliyên siyasî helak dike û diwestîne, ku di çend salên rabirdû de bi hemû rê û rêbazan ji bo binyada civakeke azad û demokrat, herêmeke Kurdistanî ya bi aramî û bidestxistina desthilatiyê bi rêya proseya rewa bûn û nebûn.

Ev nelirêtiya li ber çavan dikeve û tê kirin, di dîroka Herêma Kurdistanê de bêmînak e. Ji ber vê yekê cîgirê sekreterê giştî yê YNKê û mekteba siyasî ya wê ev biryar da, ku ne pêkan e bi vê cûreyê encamên vê hilbijartinê qebûl bikin. Hemûyan red dikin û li gorî me divê di demeke zû de aliyên siyasî jib o gotûbêjkirina vê rewşa aloz rûnin. Pêwîste dam û dezgehên hikmî jî bi berpirsyarî vê mijarê binirxîne. Pêkan nîne ku bi vê mijarê dinya karibe li hilbijartinên me rêzê bigire. Pêkan nîne, ku ti aliyekî siyasî van encaman qebûl bike. Rêjeya beşdariyê li bajarekî mezin ê wek Silêmaniyê, ku milyonek serjimêra xwe heye, heta niha negihiştiye %25ê bajarekî mezin ê Hewlêrê.

Pêkan nîne ku bi ti şêweyê encam werin qebûlkirin û ji bo li dadgehê dozê li komîsyonê vebikin, em dê zanyariyên xwe  kom bikin. Em ji çavdêriyên navdewletî jî dikin hest bi azar û êşên miletê Kurd bikin.”

16:55 PM

PDK, Goran, Yekgirtû û Komel: Em proseya hilbijartinê li Koyê red dikin

Çar aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, PDK, Goran, Komel û Yekgirtû, di civîneke rojnamegeriyê de ragihand, ku li navçeya Koyê ya parêzgeha Silêmaniyê sixtekariyeke mezin tê kirin û ew hilbijartina li wê navçeyê  red dikin.

Her çar aliyên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî di civîneke rojnamegeriyê de li ser birêvçûna hilbijartinê li navçeya Koyê diyar kir, ku kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Koyê bangeşeyê dikin û hêzên çekdarî li nav binkeyên dengdanê bicih dikin. Ji ber vê yekê ew hilbijartina li Koyê red dikin û sixtekariyek mezin hatiye kirin.”

:::::::::::::::::::::::::::::::::

16:20 PM

Rêjeya beşdariya giştî di hilbijartinan heta saet 15.00 gihîşt  %22.96

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê rahihand, ku rêjeya dengdanê ya ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê heta demjimêr 15:00a gihîştiye %22.96. Di nav vê rêjeyê de ji bo parêzgeha Silêmaniyê rêjeya heta demjimêr 12:00 hatiye qebûlkirin.

Rêjeya beşdariyê ya li parêzgehan heta demjimêr 15:00a ev e:

Li parêzgeha Hewlêrê %35
Li parêzgeha Dihokê 41.
Li parêzgeha Helebce 39.

Rêjeya prêzgeha Silêmniyê ji ber ku Berpirsyariya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Rapirsiyan li Silêmaniyê bersiv neda, hêj nayê zanîn.

Rêjeya beşdariyê ya giştî di hilbijartinan de gihîştiye 22.96a.

Rêjeya beşdariyê heta demjimêr 15:00a li gorî zanyariyên peyamnêrên Rûdawê:

Li Soranê %55.
Li Sêmelê %50.
Li Dînarteyê %48.
Li Şêxanê %49.
Li Ranyê %50.
Li Çomanê %52.
Li Şeqlaweyê %40.
Li Mêrgesorê %80.
Li Rewandizê %50.
Li Baderê %60.
Li Herîrê %52.
Li Amêdiyê %40.
Li Etrûşê %64.
Li Kelekiçiyê %57.

:::::::::::::::::::::::::::::::::

14:50 PM

Komîsyon: Dema dengdanê nayê dirêjkirin

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ku dema dengdanê nayê dirêjkirin.

Komîsyonê herwiha diyar kir, ku heta demjimêr 18:00ê êvarî deriyên ti binke û navendên dengdanê nayên girtin û heta dema yasayî dê proseya dengdanê berdewam be.

Komîsyonê herwiha tekez kir, ti guhertin bi ser biryarên nû de nayê kirin.

::::::::::::::::::::::::::::::::

13:50 PM

Rêjeya beşdariya giştî di hilbijartinan de %15.26 e

Komîsyonê ragihand, rêjeya beşdariya xelkê li seranserê Kurdistanê di hilbiajrtinên parlamentoya Kurdistanê de heta saet 12:00 ji sedî 20an kêmtir e.

Endamê Civata Komîserên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil ji Rûdawê re ragihand, rêjeya beşdariya di dengdana giştî de heta saet 12:00 li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, bigiştî kêmtir ji %20î ye.

Cotyar Adil got, heta saet 12:00ê nîvro rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinan de li parêzgeha Duhokê %22.7, li Hewlêrê %16.23, li Silêmaniyê %09.47 û li Helebceyê %23.17 bûye.

Bi gotina Cotyar Adil, bi giştî li her 4 parêzgehan rêjeya beşdariya di hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê de %15.26ê dengderên Herêma Kurdistanê bûye.

::::::::::::::::::::::::::::::::::

13:10 PM

 

YNK: Bila komîsyon biryarên xwe yên nû hilweşîne

Yekîtiya Niştimnaiya Kurdistanê daxwaz kir, ku komîsyona hilbijartinan biryarên xwe yên nû li ber çavan re derbas bike û hilweşîne, ji ber ku welatî û engder ji biryar û rênimayiyên nû yên komîsyonê agahdar nebûne.

Berdevkê Saziya Hilbijartinan a YNKê, Biryar Reşîd di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ewd daxwaz ji welatiyan dikin ku hemû belgenameyên pêwîst ên ku komîsyonê daxwaz kirine, bi xwe re bibin û beşdariyê di dengdanê de bikin.

Biryar Reşîd herwiha got, biryarên nû yên komîsyonê kêşe ji xelkê û proseya dengdanê re çê kiriye, ji ber ku xelkê ji mafê wan ê dengdanê bêpar dike.

::::::::::::::::::::::::::::::::

12:45 PM

Serokê Lîsteya Goranê: Serkevtina komîsyonê serkevtina proseya siyasî ye

Serokê Lîsteya Tevgera Goranê Elî Heme Salih serkevtina vê ezmûna komîsyonê weke serkevtina proseya hikumraniya li Kurdistanê bi nav dike û dibêje ku eger sextekarî were mezinkirin, ewlehiya civakê dê li Kurdistanê têk biçe.

Elî Heme Salih li Silêmaniyê piştî ku dengê xwe da ji Rûdawê re ragihand: “Proseya dengdanê heta niha baş diçe, ev yekem ezmûna Komîsyona Bilind a Hilbijartinan e weke hilbijartin, lewma li gor me eger Komîsyon di vê ezmûnê de bi ser bikeve, proseya siyasî, proseya hikumranî li Kurdistanê dê serkeftî bibe û nimûneyeke ciwan pêşan bide.”

Salih bal kişande ser biryarên komîsyonê yên ku duh bi şev hatin eşkerekirin û got: “Em hêvî dikin ew rênima weke xwe werin cîbicîkirin û xelkê Kurdistanê jî çavdêriyeke bi hûrbînî bikin.”

Serokê Lîsteya Tevgera Goranê Elî Heme Salih li ser biryarên komîsyonê got: “Ev tenê pêngavek bû ji bo rêgirtina sextekariyê, zanyariyên bi hûrgilî yên komîsyonê hebûn, zanyariyên me jî hebûn ku gelek nasnameyên sexte hatine derxistin, komîsyon jî ew biryar ji bo rêgirtina sextekariyê derxistin, divê em jî destxweşî lê bikin û piştgiriya wê bikin, em heta vê saetê jî ji komîsyonê razî ne, komîsyon jî li ber ceribandineke giran e.”

::::::::::::::::::::::::::::::::::

12:25 PM

Jan Kubis: Netewên Yekgirtî çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê dike

Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Iraqê û berpirsê UNAMI, Jan Kubis serdana binkeyeke dengdanê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Prose bi şêweyekê rêkûpêk birêve diçe.”

Jan Kubis herwiha got, çavdêrên Netewên Yekgirtî çavdêriya proseya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê dikin û li gel komîsyona bilind a hilbijartin û rapirsiyan a Herêma Kurdistanê di hemahengiyê de ne.

::::::::::::::::::::::::::::::::

12:12 PM

Sekreterê Giştî yê Yekgirtû dengê xwe da

Sekreterê Yekgirtûyê Selahedîn Bahaedîn dengê xwe da

rdewamiya dengdana berpirsên payebilind ên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn li bajarê Silêmaniyê beşdarî di hilbiajrtinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê de kir û dengê xwe bi kar anî.

Selahedîn Behaedîn piştî ku dengê xwe da di daxuyaniyekê de ragihand, ku ev hilbijartin ji bo îsbatkirina hebûna Herêma Kurdistanê giring e, her çiqas têbînî li ser proseyê heye lê niha dema wê yekê nîne, niha dema wê yekê ku xelkê han bidin ku werin ser sindoqên dengdanê.

Selahedîn Behaedîn diyar kir ku boykotkirina proseya dengdanê nîgeraniya xelkê çareser nake. Beşdariya hilbijartinan tê wê wateyê ku nîgeranî dibin pratîk.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî rênimayên nû yên Komîsyonê weke tiştekî baş bi nav dike û dibêje: “Em hêvî dikin ku xelk pabendî wan rênimayan bibin, wê demê dê hilbijartin bi awayekî paqij birêve biçe.”

Selahedîn Behaedîn diyar kir: “Divê partiyên siyasî, xwe di ser komîsyon û yasayê re nebîne, ji ber ku divê partiyên siyasî xizmeta welatiyan bikin.”

Behaedîn dibêje ku hilbijartin yekane rê ye ku welatî nîgeranî û gilî û gazinên xwe nîşan bidin.

:::::::::::::::::::::

11:30 AM

Komîsyonê red kir ku kesên jor temenê 80 salî ji dengdanê bêne bêparkirin

Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê red dike, ku pêngaveke komîsyonê bûbe sedem ku yên kesên jor temenê 80 saliyê di hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê de ji mafê dengdanê bêpar bimînin.

Biryarderê Civata Komîserên Komîsyona Bilnda Hilbijartinan a Kurdistanê, Îsmaîl Xormalî ji Rûdawê re ragihand: “Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê hejmarek nav ji lîsta tomara dengderan cemidandibû, ku temenê wan zêdetirî 80 salî ye, ji ber ku navê wan dubare bibûn yan jî ji ber kêşeyên din.”

Îsmaîl Xormalî got, komsîyonê daxwaz kiribû, ew kes ku serdana ofîsên komsîyonê bikin û ew kesên ku di demên bihorî de serdana me kirine, niha ti cure kêşeyên wan nîne û dikarin beşdariyê di proseyê de bikin.

:::::::::::::::::::::::::::::::

10:54 AM

Hêmin Hewramî: Em daxwaz ji xelkê dikin ji malên xwe derkevin û biçin ser sindoqan

Serokê Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê di hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê de, Hêmin Hewramî li bajarê Hewlêrê çû binkeyeke dengdanê û dengê xwe da.

Hêmin Hewramî piştre di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em daxwaz ji xelkê dikin ku ji malên xwe derkevin û ber bi sindoqên dengdanê ve biçin.”

Hêmin Hewramî herwiha tekezî li ser pabendbûna bi biryar û rênimayiyên komîsyona bilinda hilbijartinan kir û diyar kir: “Weke Partiya Demokrata Kurdistanê em %100 pabendî biryarên komîsyonê dibin.”

:::::::::::::::::::::::::::::::::

10:37 AM

Parêzgarê Duhokê: Nabe ku komîsyon bi rênimayiyên xwe xelkê ji mafê dengdanê bêpar bike

Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî ragihand, ev cara yekemîn e ku komîsyona hilbiajrtinan a Kurdistanê hilbijartinan birêve dibe, ji derveyê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê.

Ferhad Etrûşî daxwaz ji welatiyan kir, ku hemû belgeyên pêwîst bi xwe re bibin binkeyên dengdanê, daku bikarin mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin.

Etrûşî got, duh şev komîsyonê hinek rênimayiyên nû derxistine, lê nabe ku derxistina wan rênimayiyan bibe sedema bêbeşbûna welatiyan ji mafê wan ê dengdanê.

Parêzgarê Duhokê got, mafê welatiyan e ku li dijî rênimayiyên nû yên komîsyonê, giliyê li dadgehê tomar bikin.

Ferhad Etrûşî herwiha daxwaz ji komîsyonê kir, ku li ser xwe û bi aramî tevbigere û bi aramî û dûr ji aloziya siyasî biryarên xwe bide.

Etrûşî herwiha rexne ji daxuyaniya pêştir a komîsyonê girt, ku gotibû ew dema dengdanê bi ti awayî dirêj nakin û da xuyakirin, divê komsîyon li gor rewşê biryarê bide, neku pêştir biryara xwe li ser tiştekê dabe.

::::::::::::::::::::::::::::::::::

10:20 AM

Bavil Talebanî dengê xwe xiste sindoqa dengdanê

Endamê polîtboruya YNKê û kurê Celal Talebanî, Bavil Talebanî li bajarê Silêmaniyê mafê xwe yê dengdanê bi kar anî.

::::::::::::::::::::::::::::::::

10:12 AM

Elî Bapîr dengê xwe da

Di berdewamiya dengdana berpirs û rayedarên payebilind ên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de, Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê saet 10:10 îro sibehî li binkeyeke dengdanê li bajarê Hewlêrê amade bû û dengê xwe xiste nava sindoqa dengdanê.

:::::::::::::::::::::::::::::::::

09:37 AM

Serokê Tevgera Goranê: Komîsyon bê alî ye

Gorran leader Omar Sayid Ali visits a polling station in Sulaimani to participate in the election as in a parliamentary election

Elî ji bo ku di hilbiajrtinên gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dengê xwe bide, li bajarê Silêmaniyê li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

Piştî ku dengê xwe bi kar anî, Omer Seyid Elî di daxuyaniyeke rojnamevanî de hêvî kir, ku proseya hilbijartinan serkevtî be û bang li welatiyan kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Omer Seyid Elî herwiha got, “Komîsyona Hilbijartinan bêalî ye û em dixwazin bêalîbûna xwe biparêzin, daku sextekarî çênebe.”

:::::::::::::::::::::::::::::::::

09:22

Kosret Resûl Elî dengê xwe da

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Kosret Resûl li binkeyeke dengdanê li bajarê Silêmaniyê dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

Kosret Resûl Elî piştî dengdanê di daxuyaniyeke kurt de ji rojnamevanan û dezgehên medyayî re ragihand, dengdan mafekî rewa yê welatiyan e û daxwaz kir, ku xelkê Kurdistanê bi awayekê berfireh beşdariyê di vê hilbijartinê de bikin.

Herwiha Kosret Resûl Elî daxwaza yekrêziyê di navbera hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî de û bi taybetî jî di navbera PDK û YNKê de kir.

::::::::::::::::::::::::::::::::::::

09:10

Mesrûr Barzanî dengê xwe da

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li bajarokê Pîrmamê dengê xwe bi kar anî.

Mesrûr Barzanî piştre di daxuyaniyeke kurt a rojnamevanî de hêvî kir, ku ev hilbijartin bi aramî birêve biçe.

Mesrûr Barzanî got, pêwîst e hemû aliyên siyasî serkeftina proseya hilbijartinan weke serkevtina xwe bibînin.

Herwiha Mesrûr Barzanî da xuyakirin, PDK hêvî dike ku li gel aliyên serkevtî hikûmetek ava bike.

:::::::::::::::::::::::

09:00 AM

Serok Barzanî dengê xwe da

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê li binkeyeke dengdanê amade bû û ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

Serok Barzanî piştî dengdanê, di daxuyaniyeke kurt a rojnamevanî de ragihand, “Gelê Kurdistanê mafê xwe di proseyeke demokratîk de bi kar tîne û bi awayekê demokratîk dengê xwe dide.”

Serok Barzanî got: “Di encamê de ya ku giring e serkevtina gelê Kurdistanê ye.”

:::::::::::::::::::::::::::::

08:50 AM

Şasuwar Ebdulwahîd dengê xwe da

Serokê Bizava Nivşê Nû, Şasuwar Ebdulwahîd tevî hevjîna xwe li bajarê Silêmaniyê li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe bo gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi kar anî.

Şasuwar Ebdulwahîd piştre di daxuyaniyeke rojnamevanî de daxwaza beşdarbûna berfireh a xelkê di hilbijartinan de kir û ragihand, ku ew bi hêvî ne, ku guhertineke rasteqîn li Herêma Kurdistanê çê bibe.

Serokê Bizava Nivşê Nû da xuyakirin, xelk bila bi dengê xwe diyar bike, ka çi cure desthilatdariyekê dixwaze.

::::::::::::::::::::::::::::

08:25 AM

Şalaw Kosret Resûl dengê xwe da

Berbijêrê YNKê û kurê Kosret Resûl Elî, Şalaw Kosret Elî li bajarê Silêmaniyê serdana navendeke dengdanê kir û ji bo gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dengê xwe da.

Piştî dengdanê, Şalaw Kosret Resûl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku dengdan erk û mafê welatiyan e û hêvî kir, ku xelk biçin ser sindoqên dengdanê û “vê mafê xwe desteber bikin.”

Şalaw Kosret Elî herwiha tekezî li ser giringiya birêveçûna proseya hilbijartinan bi aramî û bi şêweyeke demokratîk kir.

:::::::::::::::::::::::::::::::

08:18 AM

Mihemed Hacî Mehmûd: Eger welatî dengê xwe nedin ti wateyek ji bo hebûna wan namîne

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Mihemed Hecî Mehmûd li bajarê Helebceyê li navendeke dengdanê amade bû û ji bo hilbiajrtinên parlamentoya Kurdistanê dengê xwe da

Mihemed Hacî Mehmûd daxwaz ji welatiyan kir, ku biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin. Mihemed Hacî Mehmûd got, eger welatî neçûn ser sindoqên dengdanê û dengê xwe nedin, ti wateyek ji bo hebûna wan namîne.

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê herwiha kêfxweşiya xwe nîşan da, ku li sînorê parêzgeha Helebceyê dengê xwe daye û got, piştî ku Helebce bû parêzgeh, ev yekemîn car e ku li vê derê beşdarî dengdanê dibim.

Li ser posta serokomariya Iraqê jî, Mihemed Hacî Mehmûd got, ku bi nêrîna wî ya baş ev  e, ku Kurd li ser berbijêrekî li hev bikin.

::::::::::::::::::::::::::::

08:10 AM

Qubad Talebanî li Silêmaniyê dengê xwe da

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li bajarê Silêmaniyê li binkeyeke dengdanê amade bû û di hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê de dengê xwe bi kar anî.

Piştî ku dengê xwe xiste nava sindoqa dengdanê, Qubad Talebanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: Dengdan erkekî niştîmanî ye û divê hemû welatî beşdarî di hilbijartinan de bikin.

::::::::::::::::::::::::

08:03 AM

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî deng da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li binkeyeke dengdanê li bajarê Hewlêrê amade bû û dengê xwe bi kar anî.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe da, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Ez jî weke her welatiyekî din hatime dengê xwe bidim. Dengdan mafê hevwelatiyan e. Ez hêvî dikim, ku bi şêweyeke aram birêve biçin û xelkê Kuridstanê biçin ser sindoqê dengdanê bo hilbijartina nûnerên xwe.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir, ku proseya hilbijartinan bi aramî birêve biçe û got: “Daxwaz ji welatiyan û hêzên ewlehiyê dikim ku ewlehiyê biparêzin. Gelek giring e, ku ev prose bi aramî û bê kêşe birêve biçe.”

:::::::::::::::::::::::::::::::

08:00 AM

Proseya dengdanê dest pê kir

Li seranserê Herêma Kurdistanê deriyên navendên dengdanê hatin vekirin û dengdana giştî bo hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê bi fermî dest pê kir.

Di vê gera hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de 2 milyon û 914 hezar û 992 kesan mafê dengdanê hene.

::::::::::::::::::::::::::::::

07:50 AM

Xelk jibo dengdanê ketine nobetê

Li çendîn bajarên Herêma Kurdistanê yên weke Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Zaxo û Soranê xelk ji niha ve ketine rêzê û bo dnegdanê nobet girtine.

:::::::::::::::::::::::::::

07:20 AM

Îro yekşemê 30ê Îlona 2018an demjimêr 08:00ê serê sibehê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dest pê dike û dê heta demjimêr 18:00ê êvarê deriyên binkeyên dengdanê vekirî bin.

Li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 914 hezar û 992 kes xwediyê mafê dengdanê ne, pêşbîniya partiyan wisa ye ku xelk dê bi rêjeyeke bilind beşdarî hilbijartinan bibin.

46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî dê çavdêriya proseya dengdanê bikin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku roja hilbijartinan piştî demjimêr 18:00ê êvarê dê hejmartina dengan dest pê bike û di nav 72 demjimêran de encamên ne fermî dê werin ragihandin.

29 lîsteyên cur bi cur di van hilbijartinan de rikeberiyê li ser bidestxistina 111 kursiyên Parlementoya Kurdistanê dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmetê piştevaniya darayî ji bo baştirkirina rewşa xwendekaran terxan kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo : dilsozy û vîaneke nîv dewletî bo harîkarî kirna xelkê me heye .

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Biryara dadgeha Iraqê mafên me yên destûrî binpê dike

Lalish Duhok