شبكة لالش الاعلامية

Li Duhokê ji bo malbatên dubare koçber dibin lijneyek hatiye ava kirin

Li Duhokê ji bo malbatên dubare koçber dibin lijneyek hatiye ava kirin

BasNews – Rêveberê koç û koçberan û bersivderê krîzan li Duhokê ragehand, lijneyek pêşwazî li wan malbatan dike ku dubare li Şingalê koçberî parêzgeha Duhokê dibin û ew lijne cîhê niştecîhbûnê ji bo wan dabîn dike, ku piraniya wan malbatên ji ber neseqamgiriya rewşa Şingalê dubare koçber dibin.

Rêveberê koç û koçberan û bersivderê krîzan li Duhokê Pîr Deyan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di sala 2022yê de nêzîkî 700 malbat dubare li Şingalê koçber bûn û berê xwe dane Duhokê. Îsal nêzîkî hezar malbatan li parêzgeha Duhokê ve vegeriyan Şingalê, lê demeke ew malbatên ku vegeriyane Şingalê dubare koçber dibin. Ji ber wê jî li Duhokê lijneyek pêkhatiye bo ew malbatên Şingalê yên dubare koçber dibin û her malbatek li kampan ve vegeriyabe Şingalê û dubare vegere Şingalê û careke din bê bo parêzgeha Duhokê formek ji bo wî tê tejî kirin û hemû zanyarî lê tên wergirtin û sedemê koçberbûna wan jî tê tomar kirin.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Xelkê Şingalê ji ber nebûna seqamgiriyê li Şingalê dema vedigerin bajarê xwe naçar dibin careke din berê xwe bidin koçberiyê û naha li benda cîhbicîh kirina rêkeftina asayî kirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanû Hikûmeta Federal a Iraqê de pêkhatiye ne û ew rêkeftin kilîla çareseriya rewşa Şingalê ye.’’

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

gihorînên cîpolotîkî û karîgerya wê li ser kurdistanê

Lalish Duhok

nasnavê peyama azadyê bi keça Êzidî ( Nadîa Murad) bexşî

Lalish Duhok

HEWLÊR – Encamên yekemîn roja pêşbaziya hespsuwariyê

Lalish Duhok