شبكة لالش الاعلامية

sazeya Dak çendîn çalakîyan sebaret roja cîhanyîa afretan di gêre

sazeya Dak ya geşepêdana jina Êzidî ra di be bi gêrana çendîn çalakîyan sebaret roja cihanya afretan

Çinar Şemo \ LMN

sebaret roja cîhanya jinan sazeya Dak ya geşepedana jina êzidî radibe bi gêrana çendîn çalakyîên cuda ji wana gêrana simînarekê li dor avakirina aştyê û çareserkirina milmilanê li deverdarya Xanke , her wisa work şopekhat li dar xistin li dor çareserkirina milmilanê û ava kirina ashtyê tê kirin li deverdaryîa Şarya.

10600574_1025801167491153_1664286260955014038_n

12809679_1025801740824429_5699606721053392034_n

12821538_1025801330824470_6367663481121674960_n

12798960_235816086756050_4247899407065373271_n 12799449_235816120089380_7213630016493120945_n 12814788_235816073422718_6590099087008847440_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî 2 salên din jî serok e

Lalish Duhok

Rêveberê Kampa Şariya ji kar hat dûrxistin

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok