Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste behra herêmê ji qerên navdewletî bê dabînkirin
Waar –Duhok:
Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê dupat kir ku pêdvîye behra herêma Kurdistanê di qerên navdewletî bê dabîn kirin.
Îro Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêmê pêşwazî li Yan Kobîç nûnerê taybetê sekretêrê giştîyê neteweyên yekgirtî kir.
Nûnerê sekretêrê neteweyên yekgirtî di wê hevdîtinê da, plana reforma hikûmeta herêmê bi pêngaveka baş li qelem da, herwesa berhevîya netewên yekgirtî bo nêzîk kirina hemû alîyan di çarekirina pirsên daleqandî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da nîşanda.
Ji alîyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî got: çi carekê herêm naxwaze bibe pişkek ji pirsên sîyasî yên Îraqê û xwest pirsên digel Bexda bi danustandinan bên çareser kirin.
Serok wezîrên herêmê daxwaz kir ew alîkarîyên darayî yên neteweyên yekgirtî bo Îraqê dişîne behra herêma Kurdistanê jî dinav da be.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
