شبكة لالش الاعلامية

Du kurdên êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin

Du kurdên êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin

BasNews Berpirsê nivîsingeha rizgarbûyên kurdên êzdî Hisên Qaidî ragehand ku, keç û kureke êzdî ji destê DAIŞê bi alîkariya hêzên pêşmerge û asayîşa Kurdistanê hatin rizgar kirin.

Berpirsê nivîsingeha rizgarbûyên kurdên êzdî Hisên Qaidî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsîbû ku, îro demijmêr 4:30 êvarî me pêşwaziya keçeke 18 salî ji xelkê gundê Til Qeseb û kurek temen 14 salî ji gundê Solaxe kir.

Qaîdî da zanîn ku, rigar kirina wan herdu kurdên êzdî bi piştgiriya nivîsingeha rizgarbûyên û alîkariya hêzên pêşmerge û asayîşa Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îro yekem roja cejna Cemayê ya kurdên Êzdî ye

Lalish Duhok

Welatiyên li Şingalê li dijî vegera 25 malbatên Ereb xwepêşandan encam dan

Lalish Duhok

Amerîka li Iraqê erkê xwe yê şerkirinê bi dawî dike

Lalish Duhok