Viyan Dexîl li UN ê: Hîn bêhtir ji 4 heza û 200 jin û zarokên Êzidî di bin destê DAIŞê de ne
Çavkanî: BasNews
Viyan Dexîl di civîna Encûmena Mafê Mirov li Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehand ku, NY li ser doza bi cînosayid naskirina Kurdên Êzidî gelekî dereng ma, herwiha dawaz kir ku, bi zûtirîn dem keysa tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî bighîne Dadgeha Tawanên Navdewletî.
Jina Kurd a Êzidî û Endamperlemena Iraqê Viyan Dexîl di civîna Encûmena Mafê Mirov li Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehand ku, NY li ser doza bi cînosayid naskirina Kurdên Êzidî gelekî dereng ma, herwiha daxwaz kir ku, bi zûtirîn dem keysa tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî bighîne Dadgeha Tawanên Navdewletî.
Îro 21 Hizêranê Viyan Dexîl li baregeha NY li Geneva got: “Em spasya NY dikin li ser nasandina kareseta Kurdên Êzidî wek Cînosayid, lêbelê ev nasandin li gorî me gelekî bi derengî hat.”
Herwiha got: “Piştî êrîşên DAIŞê bo ser Şengalê 5 hezar û 800 jin û zarokên Kurdên Êzidî ji aliyê wan çekdaran ve hatin revandin, jiber vê yekê divabû NY bi zûtirîn dem ev kareset bi Cînosayid nasandiba.”
Navboriyê herwiha got: “Heta niha 3 hezar û 200 jin û 1 hezar zarokên Kurdên Êzidî di destê DAIŞê de ne, em daxwazê ji NY dikin ku pêngavên xwe jibo vegera wan tundtir bikin û bi herî zû wê doseyê bidin Dadgeha Tawanên Navdewletî.”
Di civîna îro de hemû welatên endam tawanên DAIŞê lidijî Kurdên Êzidî şermezar kirin û daxwaz kirin ku bi zûtirîn dem ew keyes jibo Dadgeha Tawanên Navdewletî were radest kiririn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
