شبكة لالش الاعلامية

Sefîn Dîzeyî: Herêm dixwaze hevkarîyên Rûsya bo pêşmerge berdewam bin

Sefîn Dîzeyî: Herêm dixwaze hevkarîyên Rûsya bo pêşmerge berdewam bin

 Çavkanî: Waar Media

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî di daxuyanîyekê da behsa wan pirsan kir yên dinavbera berpirsên herêmê û Rûsya li perawêza korbendê aborîya navdewletî ya Pitris borgê hatine gengeşe kirin.

Sefîn Dîzeyî bo ajansa Sputnîk ya Rûsî ragîhand, serokê hikûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî di kombûna digel wezîrê derve yê Rûsya da xwestîye, alîkarîyên serbazî yên Rûsya bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê berdewam bin. Li hevgihiştin û karê hevpişk jî dinavbera Rûsya û herêmê da li dijî Daişê hebe.

Dîzeyî da zanîn jî, wan ji Rûsya xwestîye alîkarîya Îraqê bi giştî bikin, bi awayekî ew alîkarî herêma Kurdistanê jî bixwe ve bigrin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Netewên Yekgirtî: Dê 2 milyon û 300 hezar Îraqîyên din aware bin

Lalish Duhok

Parêzgarê Duhokê serdana çar qezayên ku lehî lê rabibû kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê sinetkirina jinan berdewam e

Lalish Duhok