شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 537 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 537 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 47 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê û 436 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 772 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 193807

Mirin: 4536

Başbûn: 180233

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kampa Mam Reşan Laliş Şingal bi boneya roja cilên kurdî şahiyek li dar xist.

Lalish Duhok

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dermanan dibe Efrînê

Lalish Duhok

Îro cenazeyê Nivêskar Xêrî Şingalî dê bi gehe Iraqê

Lalish Duhok