شبكة لالش الاعلامية

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dike

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dike

Hewlêr (Rûdaw) Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dike û taybet jî li Hewlêra paytext ahengên bo sersalê birêve diçin ku hejmareke zêde ya xelkê beşdariyê tê de dikin.

Li bajarên Herêma Kurdistanê aheng û merasîmên bo pîrozbahiyên pêşwazîkirina sala 2020an birêve diçin. Taybet jî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şeqam, park û cihên giştî bi boneya sersalê hatine xemilandin.

Hewlêr îsal ji salên berê zêdetir hatiye xemlandin û hejmareke zêde ya xelkê li derdora Keleha Hewlêrê kom bûne û bi aheng û pîrozbahiyan pêşwaziyê li sala nû dikin.

Herwiha hejmareke zêde ya xelkê ji welatên derdor û bajarên başur û naverasta Iraqê jî berê xwe dane Hewlêrê û li paytexta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dikin.

Li gor amarên ku qeymeqamtiya qezaya navendî ya Hewlêrê belav kirine, bi boneya sersalê zêdetirî 64 hezar geştyaran berê xwe dane Hewlêrê.

Herwiha qeymaqamiya qezaya Hewlêrê ragihandiye di warê emnî û hêsankirina hatinûçûnê de di rojên serê salê de, hemû amadekarî hatine kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Encûmena Wezîran tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser budceyê dike  

Lalish Duhok

XWEDA XWEZA EZDA: ÊZIDÎ

Lalish Duhok

Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Lalish Duhok