شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Kurdistan ber bi vejînê ve diçe

Serok Barzanî: Kurdistan ber bi vejînê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) Serok Barzanî bi helkevta serê sala nû ya zayînî peyamek belav kir û derbarê pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û karûbarên saziyên Herêma Kurdistanê ragihand: “Em piştgirî li bername û karê serokatiya herêmê, parlamentoy û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bo rêvebirin û pêkanîna reforman ku daxwaza xelkê Kurdistanê û piraniya aliyên siyasî ye.”

Serok Barzanî di peyama xwe de ku îro Sêşemê belav kir, bi boneya hatina sala nû pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û pêşmerge û kesûkarên şehîdan dike û amaje bi bûyerên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê dike û derbarê Herêma Kurdistanê de dibêje: Spas ji bo xwedayê mezin û cangoriya Pêşmerge û xweragiriya xelkê, niha Herêma Kurdistanê ber bi geşbûn û çaksazî û aramiyê ve pênngavan davêje.

Serok Barzanî tekezî li ser prensîpên pêkvejiyan li civaka Kurdistanê û kûrtirkirina vê koltorê li Kurdistanê dike û destnîşan dike: Em tekez li xurtkirina prensîpên pêkevjiyanê û kûrtirkirina vê koltora bilind a gelê xwe dikin ku bûye sedema tifaq û aştî û biratiya navbera pêkahetên olî û netewî yên gelê Kurdistanê û em dê vê pêkvejiyanê wek roniya çavê xwe biparêzin.

Di peyama xwe de serok Barzanî derbarê xwepêşandanên li Iraqê de jî dibêje, em bi hemû awayî piştgirî li daxwazên rewa yên xwepêşanderan û vegera istiqrarê û rasterêbûna proseya siyasî ya Iraqê dikin û em li gel her core guhertinekê ne û em dê alîkarê her rêyekê bin ku bibe sedema çareserbûna pirsgirêkan û misogerkirina dadperwerî û daxwaziyên xelkê.

Her têkildarî rewşa Iraqê û xwepêşandanan, serok Barzanî dibêje: “Bi li berçav girtina wê rewşa nebaş ku li Iraqê heye, herdem me daxwaza çareserkirina kêşeyan û jiyanekî serbilindane ji bo hemû xelkê Iraqê kiriye û di salên derbasbûyî de gelek caran me hişyariya wê yekê daye ku Iraq berev rêyeke şaş ve diçe û me tekez li wê yekê kiriye, eger bingehên hukmekî medenî û destûr neyê bicîhkirin, Iraq tûşî çarenivîsekî nediyar dibe. Niha jî bi dilgiraniyeke zêde ve, em alozî û rûdan û pêşhatên vê dawiyê yên li Iraqê dişopînin. Em di vê baweriyê de ne ku nabe aliyên Iraqî rê bidin ku welatê wan bibe qada yekalîkirina girift û gengeşe û berjewendiyên xelkekî din.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş pirse û serexoşyê arastey cenabê Serok Barzanî dike

Lalish Duhok

Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ku berê xwe daye Almanyayê ji sedî 290 zêde bûye

Lalish Duhok

Nojdarekê Êzdî li Zaxo xendqî

Lalish Duhok