شبكة لالش الاعلامية

9 mele hatin girtin: ‘We çima bi Kurdî dua kir?’

9 mele hatin girtin: ‘We çima bi Kurdî dua kir?’

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber xwendina Mewlûda Kurdî 9 mele hatin girtin. Parêzerê meleyan Huseyîn Bogatekîn dibêje, bêyî îfadeyan meleyan bê wergirtin,  biryara girtinê derbarê wan de hatiye dayîn.

Li Stenbolê roja 3ê Tirmehê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê operasyonek hatibû destpêkirin û meleyên endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) jî di nav de 28 kes hatibûn desteserkirin

Ew her 28 kes duh derketin pêşberî dadgehê û biryara girtinê derbarê 9 meleyên Kurd de hat dayîn.

Yek ji kesên hatiye girtin serokê wê komeleyê Ekrem Baran e û li gor zanyariyan, pirsên, “We çima çima gotarên Diyanetê nexwendin?” “Hûn çima nimêj û duaya xwe bi Kurdî dikin?” ji wan meleyan hatine pirsîn.

Her li gor zanyariyan, dadgehê ji ber xebatên di çarçova komeleya ayînî û pêkanîna îbadetê bi zimanê Kurdî, wek tawan tomar kirine û biryara girtinê derbarê 9 meleyan de daye.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji wan meleyan ku piştî 7 roj ji desteserkirinê hat berdan, eşkere kir ku wê heyama desteserkirî bûn, ew rastî tundûtûjiya psîkolojîk û miameleyeke xerab hatin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şervaneka êzîdî ya berê ya PKKê: PKKê êzîdî didan kuştin paşê digot şehîdên me yên êzîdî jî heye!

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Ev êrîş gelek bê sedem in û nabe bi çi cureyekî bê bersiv bên hiştin.

Lalish Duhok

Deriyekî sînor ê nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de vedibe

Lalish Duhok