شبكة لالش الاعلامية

Netewên Yekgirtî: Dê 2 milyon û 300 hezar Îraqîyên din aware bin

Netewên Yekgirtî: Dê 2 milyon û 300 hezar Îraqîyên din aware bin

 Çavkanî: Waar media

Neteweyên Yekgirtî pêşbînî dike, ji sedema operasyonên serbazî li dijî rêxistina terorîstîya Daişê li Îraqê, bi kêmasî dê du milyon kes aware bin.

Lîz Grand, rêkxera Neteweyên Yekgirtî bo karubarên mirovî ragîhand, çaverîye çend oprasyonên din li dijî Daişê li Îraqê bên kirin û ji wana operasyona rizgarkirina Mûsilê, ev jî metirsîya awarebûna du milyon û sêsed hezar kesan heye.

Daxuyanîyên Grandê di wî demî dane, ku zêdetir ji milyonek 800 hezar awareyên Mûsilê û Enbar û Dîyala li bajêrên herêma Kurdistanê akincîne, ku piranîya rêxistinên navdewletî jî şîyanên dabînkirina pêdvîyên serekî bo wan nemane.

Ji destpêka operasyona rizgarkirina Fellûce jî bêtir ji şêst û pênc hezar welatîyan aware bûne û li bin xîvetan jîyaneka dijwar derbaz dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş:Stranek Xurfanî ji bo Şingalê

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Di Êzdîtiyê de zewaca ji bo malê dinê û kuștina jinê qet ne rewa ye

Lalish Duhok

Nûneratya Bingehê‌ Laliş li Hewlêrê‌ harîkaryan pêşkêşî awarên êzidî dike

Lalish Duhok