شبكة لالش الاعلامية

Duhok – 13 kargeh dê bên çêkirin û nêzîkî hezar derfetên kar dê ji bo xelkê peyda dibin

Duhok – 13 kargeh dê bên çêkirin û nêzîkî hezar derfetên kar dê ji bo xelkê peyda dibin

 

BasNews – Bi biryara parêzgerê Duhokê, erdê pêwîst ji bo çêkirina 13 kargehan hatiye dayîn û dê nêzîkî hezar derfetên kar ji bo xelkê deverê bên dabîn kirinSekreterê rojnamevaniya parêzgarê Duhokê Milet Îsmet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter bi amadebûna aliyên pêwendîdar ve ciîna lijneya pêşxistina pîşesazî û piştgirî kirina projeyên pîşesaziyê li koşka parêzgehê encam da. Piştî helsengandina projeyên kargehên hatine pêşkeş kirin lijneya navborî erdê pîşesaziyê ji bo 13 kargehan daye, ku ew kargeh dê di warên berhemanîna boriyên konkrêt, blok, dagirtina butlên gaza şil, amûrên bînasaziyê, berhemanîna desmalên kaxezî, berhemanîna elektrîkê ji wuzeya rojê, çandina şitlan, cîps û şerbet û, çar kargehên embarên sarker, dekorên xaniyan û boriyên plastîk pêktên.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Piştî dayîna erd bo wan kargehên zêde kirina berhemên navxweyî, dê derfetên kar bo 849 kesan derkeve û dê derfetên kar ji bo wan bê dabîn kirin.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Biden: Em bi Taliban re di peywendiyan de ne

Lalish Duhok

li jêr çavdêrya berêz Şêx Şamo serkeftyî li nawçeya Şêxan hatin xelat kirin

Lalish Duhok

ŞINGAL – 10 gorên bikom hatine vedîtin

Lalish Duhok