شبكة لالش الاعلامية

Bi vîdyo …Li Bexda Ebadî rastî êrîşa welatiyan dibe

Bi vîdyo …Li Bexda Ebadî rastî êrîşa welatiyan dibe

Çavkanî :BasNews

Kurte vîdoyek di torên civakî de belvbûye, têde welatiyên Iraqê bi keviran êrîşî mewkibê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin û bi durşmên li dijî hikûmeta wî dikin qêrîn.

Îro 3 Hezîranê, di dema serdana wî jibo cihê teqîneya ku li taxa Kerada li Bexda rûdabû û di encam de 300 welatî birîndar û kuştî bibûn qurbanî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rastî êrîşa welatiyan hat, welatiyan bi keviran û bi hemû tişê ku destê wan gihştê êrîşî otombîlên mewkibê Ebadî li Kerada kirin.

Hewiha di kurte vîdyo de diyar dibe ku welatî durişmên li dijî hikûmeta Iraqê davêjin ku wê bi “Diz” wesif dikin.

Heriha diyar dibe ku otombîlên mewkiba ebdaî şûde vedigerin bêyî ku ti bevçûn di navbera pasewanên wî û welatiyên taxa Kerada de rûbidin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Rêsan Hesen stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi yada wexera rewşenbîr û nivêskar Rêsan Hesen Cindî li bîrdîne. Em bi xemeka mezin û şanazîyeka mezinve yada wexera xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî li bîrdînin. Xwedê jê razî Rêsan Hesen, stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû û rolekî mezin hebû dinav civaka êzdîyan da, û berhemên ji hejî ji şun xweve hêlan ku xudan behayekî meznin dinav pertûkxaneya kurdîda. Em bi meznî li bîrdînîn û cihê wî behşta berîn be. Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok 30î mijdara 2023

Lalish Duhok

Rêjeya beşdariya dengdanê li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê

Lalish Duhok

NY: Heta niha 200 hezar Êzidî li Herêma Kurdistanê aware ne

Lalish Duhok