شبكة لالش الاعلامية

PKKê bi avakirina partiyeke siyasî li Şingalê şerê Êzîdxanê dike

Mîrekî êzîdiyan: PKKê bi avakirina partiyeke siyasî li Şingalê şerê Êzîdxanê dike

Çavkanî :BasNews

Mezinekî kurdên êzîdî dibêje, pêwîstiya kurdên êzîdî û devera Şingalê bi avakirina partiyên siyasî nîne, pêwîstiya wan bi avedanî û xizmetguzariyê heye.

Çend roj berê, PKKê li devera Şingalê partiyek bi navê “Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan” ava kiribû.

Li ser vê yekê, yek ji mezin û mîrên êzîdiyan bi navê Mîr Dasin Mîr Farûq Beg, ji BasNewsê re got, avakirina wê partiyê li devera Şingalê, metirsî ye çimkî îhtimal heye rojekê PKK navend û baregehên xwe ji tirs êrişên balafirên şer ên Tirkiyê ji Qendîlê veguheze Şingalê. Vêca dê balafirên Tirkiyê Şingalê jî bidin ber bombeyan û xelkê Şingalê dê ji vê yekê ziyan bibînin û dê nekarin vegerin ser warê xwe.

Mîr Dasin her wiha got, Herêma Kurdistanê ber bi referandom û serxwebûnê ve diçe, ji ber wê jî avakirina partiyeke siyasî ji aliyê PKKê ve tê wateya şer li dijî Êzîdxanê. Pêwîstiya xelkê Şingalê û kurdên êzîdî bi avakirina partiyan nîne pêwîstiya wan bi avedaniyê û xizmetguzariyê ye, ji ber ku Şingal ji ber şerê DAIŞê wêran bûye.

Wî mezinê êzîdiyan anî ziman ku her hêz û aliyek li dijî Şingalê û paşeroja wê xebat bike ew dijminê Êzîdxanê ye û got, lê Serok Barzanî rê nade van pilanên dijminan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Biryara dadgeha Iraqê mafên me yên destûrî binpê dike

Lalish Duhok

Wê keça Kurd a 18 salî xwe xeniqand

Lalish Duhok

Peyama Bingehê Laliş bo malbatên qurbanîyên pîvelerzan

Lalish Duhok