شبكة لالش الاعلامية

HDP: Li Enqerê 128 kesan jiyana xwe jidest da da û 516 kes jî birîndar bûn.

HDP: Li Enqerê 128 kesan jiyana xwe jidest da

BAS News

Navenda Mêza Qeyranê ya HDP’ê ragehand ku di teqîna doh ya li Enqerê de 128 kesan jiyana xwe jidest da û 516 kes jî birîndarbûn.

Serokwezîrtiya Tirkiyê ragehand ku hejmara qurbaniyên teqîna Enqerê 95 hemwelatî ne, lê belê HDP diyar dike ku hejmar ji yên fermî zêdetirin.

Navenda Mêza Qeyranê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragehand ku hejmara qurbaniyan gehiştiye 128 kesan û 516 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve derbarê naveroka êrîşê de jî agahiyên nû derdikevin. Hate gotin ku du xwekujan ev êrîş pêkaniye û her weke êrîşa li Pîrsûsê TNT hatiye bikaranîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: Ayndeyekê geş li pêşîya kurdistanê ye

Lalish Duhok

Şingal- Ji ber tirsa duristbûna şer di navbera PKKê û hêzên Iraqê xelkê careke din dibin penaber

Lalish Duhok

Du sal di ser temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas dibin

Lalish Duhok