شبكة لالش الاعلامية

Rêxistîyê terorîstîya Daişê Ebu Umer Çîçanî hat kuştin

Rêxistîya terorîstîyê Daişê Ebu Umer Çîçanî hat kuştin 

Çavkanî : waar Media

Rêxistîya terorîstîya Daişê, nûçeyê kuştina, serkirdeyê xwe Ebu Umer Çîçanî ragîhand, piştî li bihara borî jî Amerîka kuştina Çîçanî ragîhandibû.

Daişê ragîhand, mezine serkirdeyê wan, Ebu Umer Çîçanî di şerekî da li bajêrkê Şergat li bakurê parêzgeha Selaheddîn ya Îraqê hatîye kuştin.

Belav kirina nûçeyê Çîçanî ji alîyê Daişê ve, di demekî daye ku li meha adara borî, wezareta bergirîya Amerîka Pentagonê ragîhandibû; Çîçanî di êrîşeka asmanîya frokeyên Amerîka da li Sûrîyê hatîye kuştin.

Ebu Umer Çîçanî li destpêka sala 2013ê çubû Sûrîyê, serkirdatîya mezintirîn şerên wê rêxistina terorîstî kiribûn, bi kesekê nêzîkî Bexdadî û cîhê bawerîya wî dihat zanîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê li ser sersala koçî peyamek belav kir

Lalish Duhok

Xolek meşq kirine ji bo belave kirin û ava kirina aşityê hat ve kirin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok