Mehmud Êzidî : Hikumeta Herêma Kurdistanê palpiştê here serekî ye ji bo nasandina Cînosaîda Êzidyan
Êzidyxan News \ veguhastin : Çinar Şemo
Mehmud Êzidî , endamê Encumenê Serkirdatya Partî Dimukratî Kurdistan dupat kir ku serok Barzanî û PDK piştevanên xwast û daxwazyên kurdên Êzidî buye di her buarekî da .
.Mehmud Mehmud Êzidî endamê serkirdatya partî seredana baregayê bingehê laliş -Almanya li bajarê Bilîfîld kir û di gel destya reveber û hijmarek kesayetyên Êzidyan kombu û teda bi tîr û teselî behsa rewşa niha ya Kurdistanê û deverê kir , her wisa syaseta serok Barzanî û serkirdatya partî û piştevanya wan bo kurdên Êzidî .
.endamê serkirdatya partî ew yek ji got serok Barzanî û partî herdem piştevanê takanene bo xwast û daxwazyên kurdên Êzidî , sebaret nasandina rudanên Şingal yên ji bal tîrorstên Da’ş ve hatine encamdan, Êzidî got : serkirdatya partî û hikumeta Kurdistanê palpiştê here serekî ne ji bo nasandina Cînosaida Êzidyan .
ji bal xwe ve endamên bingehê laliş li almanya bi kurtî behsa rewşa Êzidyan kir û çendîn daxwazî û pêşnyar existin pêş , ji bo pitr baş kirina rewşa kurdên Êzidî li bin sîbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û serokatya serok ‘Mesud Barzanî’ û her wisa piştevanya tevaya endamên bingehê laliş xweya kirin , ji bo hewlên serok barzanî ji bo serxwebuna Kurdistanê .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî