شبكة لالش الاعلامية

Li bendava Mûsilê, Pêşmerge û balafiran li DAIŞê dan

Li bendava Mûsilê, Pêşmerge û balafiran li DAIŞê dan

Çavkanî :BasNews

Pêşmerge û balafirên şer ên hêzên hevpeyman li kêleka bendava Mûsilê li DAIŞê dan, di wê êrişê de gelek çekdar hatin kuştin.

Îro danê sibê Pêşmerge û balafirên şer li çeperên DAIŞê yên li nêzîkî bendava Mûsilê dan.

Derheqê wê êrişê de, efserê Pêşmerge Fexrî Mixûrî li bendava Mûsilê ji BasNewsê re got, çeper û baregehên hestiyar ên DAIŞê bi çekên giran hatin topbarankirin.

Wî efserê Pêşmerge da zanîn, di wê êrişê de herî kêm 26 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ziyanek mezin li wan ket.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Cejina Çarşema Sor Cejina civaka Kurdên Êzîdîya ye

Lalish Duhok

Li Şingalê goreke din a bikom hat dîtin: Nimûne ji Bexdayê re tên şandin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş:Em daxwazê li civaka nêv dewletî dikeyn bi erkê xwe rabin jibo bi dawî anîna êş û azarên êzdyan

Lalish Duhok