شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş:Em daxwazê li civaka nêv dewletî dikeyn bi erkê xwe rabin jibo bi dawî anîna êş û azarên êzdyan

Bingehê Laliş: Zivrandina rûfatên41 Êzdiyan ewên bûyne qurbanyên cînosaydeka herî hovane di dîroka mirovayetiyê da
Li dema hêrşa tîrorstên DAIŞ bo ser Şingalê xelkê bê guneh yên êzidî keftine ber pêla kerb û kîn û bêwjdaniya tawanbarên DAIŞ ê û hatine cînosayd kirin, ewa bûye egerê kuştin û hindabûn û revandina bi hezaran jin û zarok û zelamên êzdiyan, herwesa herfandina zorbeya jêrxana Şingal zêdebarî talankirin û dizîna milk û mal û herfandina mezargehên êzdiyan û hezaran malên xelkê me.
Cihê daxeka mezine piştî borîna 9 salan bi ser cînosayda Êzdiyan da hêşta êş û azarên Êzdiyan di berdewamin û pitrya xelkê me yê Şingalê yê dinava xîvetanda dijîn û çarenivîsê zêdetrî 2 hezar êzdiyan yê diyar nîne û pitrya gorên bikom nehatîne hildan û ev piştguh havêtin bûye egerê ji destdana gelek belgeyan zêdebarî karîgeryên derûnî li ser kesukarên qurbanyan, pitrya qurbaniyan nikarîne mafên xwe bidestvebînin.
Careka dî îro Rûfatên 41 qurbanyên cînosayda Êzdiyan li ser destê tîrorstên DAIŞ ê ji Bexdayê beref Şingala maka kul û xema bi rêkeftin . Rûreşî û şermezarî jibo dujminên mirovayetiyê,û em daxwazê li civaka nêv dewletî dikeyn bi erkê xwe rabin jibo bi dawî anîna êş û azarên êzdyan, çinku Êzdî yê di rewşeka nalebarda dijîn bi taybet li kempanda.

Hezar silav û nemrî bo giyanê cangorî û qurbaniyan.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Dihok
22/1/2024

 

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî serdana sengerên Pêşmerge kir

Lalish Duhok

Hozanvanê bernîyas (Edîb çelkî) seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Lalish Duhok

Serok Barzanî: 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitSerok Barzanî: 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitemkariyê bûemkariyê bû

Lalish Duhok