شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş: Hêrşa Pasdaran dijî xelkê herêma kurdistanê tawaneka dijî mirovayetiyê ye

Hêrşa Pasdaran dijî xelkê herêma kurdistanê tawaneka dijî mirovayetiyê ye

Bingehê Laliş:
Desteya Bilnda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê,bi tundî îdaneya hêrşa mûşekî ya şeva borî ya Pasdarên Îranê bo ser bajerê Hewlêrê dike.
Pasdarên Îranê bi behaneyên bê binema û bi rêya hejmareka mûşekan hêrşî bajêrê hewlêrê kirye û ziyanên giyanî li paş xwe hêlane,bi tundî îdaneya hêrşê dikeyn‌ ku bûye eger şehîd û brîndar li paş xwe hêlayne û welatyên sivîl û jin û zaroyên bê tawan şehîd bune، armanca wê têkdana seqamgîrya herêma kurdstanê ye û dirustkirina nerehetiyê ye û binpêkirina qanûnên nêvdewletî û serwerya axa herêma kurdstanê û Îraqê ye.
bi tondî hêrşên şeva borî yên dujminkarî yên Supayê Pasdarên Îranê îdane dikeyn û berdewamya hêrşan û şehîdkirina welatyên herêma kurdistanê û bi armancgrtina herêma kurdstanê ، tawaneka bê behaneye û dijî yasayên nêvdewletî û bihayên mirovî ye.
Ewa Pasdarên Îranê dijî xelkê bê gunehê herêma kurdstanê encam didet tawaneka dijî mirovayetiyê ye,divêt Hikûmeta Fîdral û civaka nêv dewletî lê bêne deng û rê li van core kriyarên nemrovane û dûr ji orfê cîranyê bigrn û êdî welatyên serbilindên kurdistanê nebne armanca mûşek û dronan û hikumeta fîdral jî erkê qanûy û destûrî yê xwe bo parastina welatyan û serwerya îraqê encam bidet.

Her dîsan bi van core hêrşên bê binema aramî û avedanya herêmê dête têkdan û w daxwazê ji civaka nêvdewletî dkeyn li piştevanya herêma kurdistanê diberdewam bin.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Duhok
16î kanûna duwê 2024ê

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî geheşt Zaxo û li gel xelkê bajar dê bicive

Lalish Duhok

Kuwêt dê çend pirojeyên mezin jibo awareyên li qeza Şêxan bike

Lalish Duhok

Li Tennessee ya Amerîkayê Newroz wek ‘Cejna Kurdan’ hate ragihandin

Lalish Duhok