شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş: du sal li ser karesata Şingalê borîn û piştevanya nêv dewletî ne li astê petvye

Bingehê laliş: du sal li ser karesata Şingalê borîn û piştevanya nêv dewletî ne li astê petvye eve birewerya duyeminê li ser karesata dagîr kirina Şingal ji bal tîrorstên Da’ş yên gunehkar , ewa buye egerê kuştin û hinda bun û revandina bi hezaran jin û zarok û zelamên ji kurdên Êzidî, her wisa herfandina zorbeya jêrxana Şingal zedebarî talan kirin û dizyna milk û mal û herfandina mezargehên Êzidyan û hezaran malên xelkê me .

Di gel hatina bîrewerya duyê ya vê karesatê , amajê bi wê çendê di ête dan ku serok Barzanî soza azad kirina Şingal da u soza xwe bi cih anî bi serkeftyane Şingal rizgar bu li ser destê pêşmergên qehreman , u eve yek ji handerê vejandina hîvî û omêda me ya berdewam bu. Ya xweya ye encamên karesata Şingal dê berdewam bin , ji ber gîrobuna pêşkeş kirina piştevanya nîv dewletî û cîhanî , beruvajî wan sozên me ji şandên diblomatîk di bihstin ji zorbeya welatên roj ava û gelek welatên din , zêdebarî sozên rêkxstinên xêr xwaz û mirovayetî yên Cîhanî ewên zorbeya wan bi mixabinî ve ne hatine bi cih anîn wek me hez kirî .

Bi hezaran kes di nav kempên awarebunê da di jîn liber germ û sermayê , û rewşa wan ya xirabe ji ber kêmbuna harîkaryên pêtvyên rojane û yên tendirustî û mirovayetî .. û zêdetir. Bi hezaran xêzan li kes û Karên xwe di gern li gorên bi kom yan li pê deng û basên wan di gern ji wan kesên hatin rizgar kirin ji zîndanên rêkstina tîrorst li Iraq û Şamê . Herwisa ew kiçên rizgar buîn ji rewşa wan baş nyne , taybet ewên li nav kempa da di jîn di gel xêzanên xwe , wan keçan pêtvyeka zor bi piştevanya dirunî û madî heye da ji wê rewşa xirab derbaz bin û bikarn careke din têkelî civakî bibin . û ew girtyên hêşta di destê Da’ş da mayin di rewşeka zora sext û dijwar û xirab da dijîn û li pey çîrokên ewên ji destên Da’ş rizgar buîn ew di keftine ber eşkencedanên cora û cor û dest dirêjî û hetik birin li gel wan di hate kirin û sedebarî ku di hate kirin wek (sebaye) û kule li vî serdemê çerxê bîst û yekê de .

Îro roj berpirsatyek mezin di kefte ser milên civaka nîv dewletî jibo vegerandina mafên Êzidyan yên ku ketine ber tundrewtrîn hêrş di mêjuyê da , ew hêrşa ku di vyan Êzidyan qir biket û binbir bike, belê îrada xelkê me û xweragirtina wan mezintr bu ji hemu pilanên dujminan û hêzên wan yên tunderew . Penasandina ku bi serê Êzidyan hatî (cînosaîde) qir kirina bi kome ji alyê civaka nîv dewletî ve ne xelateke bo Êzidyan , belku mafê wane ji ber wê tiracîdyaya bi serê xelkê me hatî ji kuştin û revanidin û sebî kirin û talan kirina milk û malan û sepandina aînekî nu li ser êxsyrên me bi zorî dur ji hemu binemayên mirovatî .

Û di gel bangewazya me bo civaka nîv dewletî û rêkxstinên nîv dewletî bo dest pêkirina karê cidî jibo bi cih anyna pilanên harîkar jibo zivrandina xelkê me yê aware bo deverên wan bi qedr û qîmet, her wisa daxwaza azadkirina deverên mayîn yên di ken li başurê Şingal û Başîk û behzan , zêdebarî deverên dewr û ber ji bo parastina wan ji metrsyan . Herwisa daxwazê ji cihên peywendîdar di kin jibo hemu tuana û şyanên xwe bêxne kar jibo rizgar kirina keç û jinên me yên di destê Da’ş da mayîn bi zutrîn dem , û dupat dikin ku kes û Karên wan li hevya wanin çend dom dirêj bibe , û her keçeka me ya revandî rizgar bibt de were pêşwazî kirin bi şanazî û ser bilindî . ew tengavya dilê me û dilê hemu hevalên me îşandî û hêş di êşyne , rê li me nagirie em pesn û supasya xelkê Kurdistanê biken ewên destê harîkaryê direjî xelkê me kirin li rojên tengav û dijwar da.

Û sedebarî kirêza aburî ya ku herêm têre derbaz di be,bi taybet piştî dabezîna behayên pitrolê , serkirdatya heremê ya rijd buye bo pêşkêş kirina wî barê pê çêbuy jibo sivk kirina barê xelkê me yê aware . Herwisa em pesn û supasya serokê hikumeta herema Kurdistanê berêz ( Nechîrvan Barzanî) û kabîna wî ya wezarî di kin , ya ku hemu şyanên xwe dane kar jibo peywendyên berdewam di gel welatên heval û aştî xwaz û zengîn jibo harîkarî kirina heremê ji alyê aburî ve daku bi qart vê tengavyê derbaz bikit û dabînkirina beşekî ji vê piştevanyê jibo xelkê me yê Şingal , bo zanîn eve bo mawê 3 sala ye hikumeta yekgirtî li Bexdayê mezaxtina budca Şingal sekinandî zedebarî wê petvya mezin bore bi leborîn ve . em di bînin ewê tawana dagîr kirina Şingal cêbecê kirî di vya çend armanca bi cih binit . ji wan jî parche parche kirina civakê Kurdistanê û veqetandina Êzidyan ji welatên wan yê dayk anku Kurdistan .

Belê bi qurbanyên pêşmergên qehreman û hikumet û şarezaya serok Barzanî ew pilana çapel hate ruxandin , û em dupat di kin bo hemuyan ku em çu cara dest ji nasnama xwe ya neteweiy ya kurdî bernadin , û dest ji erdê bab û bapîran bernadin , û dest ji pirozyên xwe bernadin herwisa bi çi şêweya em dest ji welatê dayk Kurdistanê bernadin çenku parçeke mêjuy û here resenin ji vî welatî, û me baweryeke mukim heye alaya Kurdistanê ya rengîn ya ku roja nûrê û heqyê cihê xwe di nîva wê da girtî dê li dawyê bi serkeft li ser alaya reş alaya zilmê û taryatyê û xirab kirinê û paşkeftinê .

li dawyê di bejin , me hevye li her bîrhatinekê di bore li ser karesata Şingalê da , em di bînin berî hemu tiştî çend Karên baş yê bi cih hatîn li berjiwendya qurbanyên bê guneh û herwisa awareyan da, ku me hîvye keysa wan berdewam be heta ku deverên wan bên tamîn kirin û herwisa ava kirina jêrxana wê û parastina wê ji her metrsyekê

da ku em hemu bi bawerî berev bi cih anyna armanc û hêvyê xelkê Kurdistanê bikevin ji imnahye û ser bexo bunê . Rehmet li ruha cangoryên karesata Şingalê bin .. serberzî û nemirî bo cangoryên pêşmerge .. azadî bo keçên me yên revandî .. ser şorî û şermezarî bo rêkxstina Da’ş ya tîrorst

Desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîry û komelayetî \ Duhok

2\8\2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş tayê Sinûnê Qutabyên Amadeya Xanesorê xelatkirin

Lalish Duhok

Keçeke 10 salî ya Kurda Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Lalish Duhok

Şêx Şamo seredana kempîneya laliş ya rewşenbîry ya duyê dike

Lalish Duhok