شبكة لالش الاعلامية

Merasîmeka ji hejî bo nûjenkirina aqda Şêxmend û Şêx Fexrê adîya hate gêran

Merasîmeka ji hejî bo nûjenkirina aqda Şêxmend û Şêx Fexrê adîya hate gêran
‏‎

Perstgeha laliş- Tora ragehandina Laliş

Duhî rêkeftî 14î temuza 2021ê bi hazrbûna Mîrê Şêxa û Babeşêx û Civata Rohanîya Êzdîyan û Şêx Şamo Rawêjkarê Serokê Hikumetê bo karubarên Êzdîyan û rihspî û maqulên Hewêrîyan li seranserî deverên Êzdîyan, di merasîmeka ji hejî da aqd û nîşangeha Şêxmend û Şêx Fexrê adîya piştî nûjenkirinê hate pîrozkirin û twafkirin.

Lidestpêka merasîma xolekek wek rêzgrtin bo tevahya cangoryên vê ax û olî rawestyan û paşan peyva bi xêrhatinê j alyê Şêx Xêrî Şêxo ve hate pêşkêşkirin, û bxêrhatina Mîrê Şêxa û Babe şêx û tevahya mêvana û hemî Hewêrî û kesên xudan şêxmend kir.

‏‎Paşan çendîn qewl û beytên olî ji alyê zelamên olî ve hatine rêzkirin, paşî jî, endazyar Bişar Mauye, yٔek ji endazyarên projeyê, bi wêne û raport ronahî êxste ser qonaxên nûjenkirinê û şêwazê drustkirina aqd û nîşangehê.

‏‎Herwesan Dexîl Nayf jî bi zelalî çawanîya xerckirina pareyî bo mêvanan aşkerakir ku zêdetrî 185 milyon dînaran hatbû xerckirin li aqd û nêşangeha navhatî herwesan jî Deham Miho, di peyvekê da bi nuyneratya Hewêryên ewrupa behsa çawanîya karkirin û hizra nûjenkirina van aqda kir û rolê Hewîrên ewrupa bilind nirxand di komvekirina xêrê da.

Ji hejî gotinê ye nêzîkî salekê ye karkirin li ser Aqda Şêxmend û Şêx Fexrê adîya dihête kirin.
‏Bo zanînin xelkekî zor ji nawçeyên Êzdîyan hazrbûn û komeka mêvanan ji welatên Rûsya û Okranya û Ermînya jî li vê rê û rismê di amadebûn.

‏‎Piştî hngî Mîr û Babeşêx û civata rohanî û şandên mêvan û kesanê hazr qesta aqdê Şêxmend û Şêx Fexrê adîya kirin û bi qewl û beyt û qesîdeyên olî û di merasîmeka ji hejî da nujenkirina aqd û nîşangehê hate pîrozkirin û twafkirin.

‏Li dawyê jî bi tifaq û tebayî û bi xêra xudê û Şêxmend hazbuyan nanxwarnek pêkve xwar.

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nivîsîngeha Laliş Guhbel alîkarî bi ser çend xêzanên dest kurt da dabeşkirin.

Lalish Duhok

mîrê êzidyan daxwaza deverka aram bo ezidîyan li Iraqê do kê

Lalish Duhok

HDP: Em Jenosîda êzdiyan û silsileya fermanan şermezar dikin

Lalish Duhok