February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

NY: Sala 2020 ji ber Coronayê 124 milyon kes hejar bûne

NY: Sala 2020 ji ber Coronayê 124 milyon kes hejar bûne

Hewlêr (Rûdaw) Li gor Banka Cîhanî, rêjeya hejariyê di sala borî de li welatê Kotdîvarê li rojavayê Afrîqayê %39.4 bû ku li gor salên derbasbûyî zêdetir bûye.

Bi hezaran jin berê xwe dane çandiniyê û maddeyên endamî wek semadê bikar tînin, daku dahatekê kom bikin, ji ber li welatê wan xwasta li ser wan berheman nemaye, ku maddeyên kîmyayî di berhemanaîna wan de bikar tên.

Florence Goubo jineke cotkar a Kotdîvarî dibêje, Me hemû maddeyên kîmyayî avêtin. Ji niha û bi şûnde em wan bo dexlûdan bikar naynin. Heta em wan beheman jî naxun ku maddeyên kîmyayî gihane wan.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji ber Coronayê rêjeya hejariyê li seranserî cîhanê zêde bûye. Tenê di sala 2020an de, 124 milyon kes ketine jêr hêla hejariyê, û 230 milyon kes jî xwarina pêwîst bi dest wan neketiye.

Sekreterê Giştî yê NY, Antonio Gutteres ragihandiye, “Tevahiya berhemê navxwe yê cîhanê di sala 2020an de bi rêjeya %4.6 daket. Di Sibata îsal de 36 welatên kêmdahat yan ketibûn nav deynê mezin yan jî ketibûn nav metirsiyê. Bi qasî 255 milyon kar, demjimêrên karkirinê me jidest dan, ku dike 4 qatê wan demjimêrên ku di salên 2007an heta 2009an jidest çûbûn.”

Li wan welatên ku şerê navxwe yan milmilaneya siyasî di wan de heye, hejarî bi awayekî mezintir lê zêde bûye.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, nêzîkî %80ê xelkê Sûriyê, zêdetirî nîvê xelkê Libnanê, nîvê xelkê Efxanistanê û %80ê xelkê Yemenê di hejariyê de dijîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi