شبكة لالش الاعلامية

Keçeka kurd a êzdî bo rêveberiya partiyek Almanî hat helbijartin!

Keçeka kurd a êzdî bo rêveberiya partiyek Almanî hat helbijartin!

BasNews

 Keça xwandekar a kurd a êzdî Niştiman Idrîs Heso piştî komek hevkarên wê ve wek namzeda ofîsa partiyê ya bajarê Oldenburg hate nîşandan, bû endama rêveberiya partiya çep a Almanya.

Kurdeke êzdî li Almanya jiyan dike û kesek nêzîk wê keça kurd e Eyad Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Niştiman Idrîs Heso yekem keça kurda êzdiye li ofîsa partiyê û li gel komek hevkarên xwe serkeft bo nûnertiya partiya çep a li deverê.’’

Herwaha got: ‘’Niştiman Idrîs Heso xwandekare û naha li zankoya Oldenburgê dixwîne û gelek çalakiyên siyasî û rewşenbîrî de cîh girtiye. Herwaha xwedî peyvendiyên bihêze li gel rêveberiya partiya çep a Almanya. Di gelek dîdarên li parlamentoya Almanya ya li Berlînê de amade bûye û li gel komek rêveber û parlamenterên çepe çalakî pêkanîne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî û Serokê Senatoya Fransayê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş:Bi rêz û dilbîrînaneka mezin da, em 40 salîya Anfal û bê serucihbûna Anfalên Barzanîyan li bîrdînîn

Lalish Duhok