November 22, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hêviya Nêçîrvan Barzanî ya derbarê Kurdistan û Çînê de

Hêviya Nêçîrvan Barzanî ya derbarê Kurdistan û Çînê de

(Rûdaw)

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê yê li Hewlêrê Tan Banglîn û şandeke pê re kir. Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de ragihand, ew hêvî dike ku pêwnediyên navbera Kurdistan û Çînê di her warî de werin bipêşxistin.

Banglîn ji ber bidawîhatina kar û erkê xwe li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavîkirinê serdana ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de hêvî kir, ku Herêma Kurdistanê û Çîn di her warî de û bi taybet di warê aborî û bazirganî û hilberînê de pêwendiyên xwe zêdetir pêş bixin û amadeyiya Herêma Kurdistanê bo her cure hevkarî û hêsankariyekê jî nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ji ber wan kar û çalakiyên ku di heyama bihorî de li Herêma Kurdistanê kirine, spasiya Banglîn kir û karên wî bi baş bi nav kir û tekez kir, ku karên Banglîn bandoreke mezin lis er pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên her du aliyan hebûye.

Serokwezîr Barzanî diyar jî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hevkarî û hêsankariyê bo konsulê nû yê Çînê yê li Hewlêrê jî bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Konsulê Çînê yê li Hewlêrê jî di vê hevdîtinê de keyfxweşiya xwe li hember karkirina li Herêma Kurdistanê aniye ziman û tekezî li ser dostatiya navbera her du gelên Kurdistan û Çînê kiriye.

Banglîn herwiha spasiya xelk, hikûmet û hemû saziyên Herêma Kurdistanê jî kiriye, ku di heyama karkirina wî li Herêma Kurdistanê de, gelek hevkariya wî kirine û hêvî jî kir, ku pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Gel a Çînê di hemû waran de û bi taybetî di warên bazirganî û hilberînê de werin bipêşxistin.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan di vê hevdîtinê de li ser çend mijarên têkildarî rewşa deverê, Herêma Kurdistanê û Iraqê jî gotûbêj kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi