شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Iraqê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û alîkariya ji bo koçberan 5 talîmata lezgîn derxist.

Serokwezîrê Iraqê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û alîkariya ji bo koçberan 5 talîmata lezgîn derxist.

Îro, Pêncşemê, tîma hewldana hikûmetê ragihand, ku Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî 5 rênmayên lezgîn ji bo jinûveavakirina Şingalê û alîkarîkirina awareyan derxistin, di heman demê de rojek ji bo destpêkirina nûavakirina navçeyê destnîşan kir.
Serleşker Ebdulqader Dexîl, endamê tîmê, got, “Serokwezîr, Mihemed Şîa’ El-Sudanî, amaje bi pêwîstiya bilezkirina peydakirina xizmetguzariyên bilez û ji navçeya Şingalê re kir ji bo amadekarî ji bo vegera awareyan. “, tekez kir ku “cidiyeteke eşkere ji aliyê hikûmeta navendî ve di vegerandina awareyan û aramiya rewşa ewlekarî li navçeya Şingalê heye.”

Wî her wiha endamê tîmê, got got, “El Sûdanî arasteyî avakirina tîmeke ewlekarî ji îstixbarat, ewlekariya niştimanî û aliyên din kir, ji bo bilezkirina pişkinînê, daku aliyê ewlehiyê di dadweriyê de û vegerandina awareyan were zanîn. ew dibe databaseke ewlekarî.Daray, ji bo piştgirîkirina vegera awareyan.

Serleşker Ebdulqader berdewam kir: “El Sûdanî herwiha ferman da Wezareta Kar ku mûçeyên welatiyên bi dahatên kêm û yên di bin sînorê hejariyê de li navçeya Şingalê û navçe, gund û kompleksên niştecihbûnê yên girêdayî navçeyê bidin”

Ebdulqader Dexîl bal kişande ser wê yekê ku: “Civîna yekem li baregeha Komîteya Bilind a Avakirina Mûsilê hate lidarxistin û mekanîzma rasterast ji bo nûavakirinê hate pêşkeş kirin û me daxwaz ji dezgehên tenduristî, şaredarî, perwerde, av û çandinî kir databasekê pêşkêşî me bikin ku tê de pirojeyên berdewam û temamkirî û pirojeyên nû yên ku pêwîstiya navçeya Şingalê bi wan heye.” Li ser projeyên çandiniyê yên sozdar li navçeyê, ji bo amadekariyên vegera awareyan.”

Û wî wiha berdewam kir û got : “Piştî temamkirina databasê, dê nûavakirina navçeya Şingalê dest pê bike.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Mala Êzdyan Oldnborg heftiyane waneyên Êzdyatyê bo gencan tên gotin

Lalish Duhok

Pitir ji 20 keçên awareyên Kempa êsyan beşdarî xolekê di bin

Lalish Duhok

Ziyanpêketiyên Efrînê pêwîstî bi alîkariyên bilez hene

Lalish Duhok