شبكة لالش الاعلامية

Zarokeke 10 salî payîzokan dibêje

Zarokeke 10 salî payîzokan dibêje

Hewlêr (Rûdaw) Zarokeke 10 salî ya bi navê Sorxwîn Sedûn stirandina payîzokan li ser medyaya civakî di heyama çend rojan de deng veda.

Sorxwîn Sedûn ku ji Dêrîka Rojavayê Kurdistanê ye bi dengê xwe rih da berhama herî dawî ya Mehmûd Berazî “Peyizok”.

Ev berhem weke klîp hat belavkirin, ku Şêro Hindê derhêneriya wê  kiriye,  li ser medyaya civakî dengvedaneke mezin ligel xwe anî.

Xelkê herêma koçera û bi taybetî xelkê gundê Besta Sûsê, Sêgira, Siwêdî di klîpê de beşdar bûne. Ev klîp berhemeke Productiona Pargîn e.

Bavê Sorxwîn Sedûn, Xalid Sedûn jî dibêje ku ew bi dengê keça xwe gelekî kêfxweş û serbilind e.

Payîzok, navê meqamekî dengbêjiyê li herêma Botan û Colemêrgê ye. Ev meqam di rewşên asayî de bêyî alavên muzîkê tê gotin. Di şêwaza gotinê de tişta balkêştirîn pêlpêlkirina deng di gewriyê de ye. Gelek stran û klamên dîrokî bi vê miqamê hatine gotin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çalakiyeka werzişî ji 20 keçên devera Şarya re hate encamdan.

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Divê hêzên Pêşmerge di bin serkirdetiya Wezareta Pêşmerge de bin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rawesteka herî mezin a berhemanîna elektrîkê bi wuzeya rojê datîne

Lalish Duhok