شبكة لالش الاعلامية

Hazim Mîr Tehsîn Beg: Daxwaza me ewe ku, welatên cîhanê kareseta Şingalê wek cînosayid nasbikin

Hazim Mîr Tehsîn Beg: Daxwaza me ewe ku, welatên cîhanê kareseta Şingalê wek cînosayid nasbikin

 Çavkanî :Basnews

Cîgirê Mîrê Êzidiyan Hazim Mîr Tehsîn Beg ragehand ku, kareseta Şingalê ziyanekî mezin gihane Êzdîxanê, 6 hezar Kurdên Êzidî hatin revandin, heta niha bi tenê 3 hezar Êzidî hatine rizagarkirin û hîn bi hezaran kes girtîne û çarenivîsa wan jî nediyare.

Hazim Mîr Tehsîn Beg ji BasNews re ragehand: “Êzidî bermayên 73 fermanan e, Êzidî ti carî jinav naçin, Êzidîxan dê geşbibe, di bîranîna kareseta Şingalê de ez ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû welatên cîhanê dixwazim ku piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin û kar bikin jibo kareseta Şingalê wek cînosayid binasin, herwiha divê Şingal ji nûve were avakirin, divê parlemena Kurdistan û  Iraqê kareseta Şingalê wek cînosayid bidin nasîn.”

Navborî herwiha got: “Serok Barzanî bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Pêşmergeyên Kurdistanê û Şervanên Kurdên Êzidî Şingal rizgarkir, em daxwazê dikin ku deverên mayî jî di zûtirîn dem de werin azadkirin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş cejna Çarşema Serê sala Êzidiyan pîroz diket

Lalish Duhok

Mistefa Kazmî bo Rûdawê: Em helwesta PKKê red dikin

Lalish Duhok

Bawername derçonê li ser pişkdarên xoleka fêrkirina zimanê inglîzî û komputery hatine belave kirin

Lalish Duhok