February 07, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ji Hadî Amrî bo Serok Barzanî: Di vê qonaxa çarenivîssaz de çavê me li rola bingehîn a we ye

Ji Hadî Amrî bo Serok Barzanî: Di vê qonaxa çarenivîssaz de çavê me li rola bingehîn a we ye

BasNews – Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî di peyameke pîrozbahiyê ya ji bo salvegera damezrandina PDKê de ku ji bo Serok Barzanî şandiye de ragehand, di vê qonaxa çarenivîssaz a rewşa siyasî ya Iraqê de, çavê me li rola bingehîn a Serok Barzanî ye.

Hadî Amrî ji bo Serok Barzanî nivîsand û got: ‘’Di vê boneya pîroz de bîranîna dîrokî ya tekoşîna demdirêj û ew xwîna paqij a ku PDKê di tekoşîna li hember zulmû de bexş kiriye em pêşwazî dikin, herwaha di beşdarbûna bi bandor a bi bingeh kirina sîstema nû ya piştî guhertinên pêkhatin de li gel hêzên din ên niştimanî giring in.’’

Amrî hêvî xwest ku Serok Barzanî û hêzên siyasî yên din jî xwedî rola bingehîn bin di vê qonaxa çarenivîssaz a dîroka Iraqê de, ji bo kûrkirina zimanê gotûbêj û hevtêgeheştin desthilat be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi