شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî şehîdkirina 4 welatiyên kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar kir

Mesrûr Barzanî şehîdkirina 4 welatiyên kurd  li Cindirêsê bi tundî şermezar kir

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ya li dijî çend welatiyên Kurd peyamek belav kir.

Îro Sêşemê 21ê Adara 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “Êvara duh li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê, ji aliyê çend kesan ve, êrîşî ser ahenggiran û agirvêxistina bi boneya cejna Newrozê hat kirin, di encamê de bi mixabiyeke mezin ve, çar welatiyên Kurd hatin şehîdkirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em sersaxiyê li malbata qurbaniyan dikin û hevxemê wan in û em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin. Em bi awayê herî tund jî, vê tawanê şermezar dikin û daxwazê ji berpirsên navçeyê dikin, lêpîrisîna pêwîst bikin û encamderên vê tawanê, bigihînin cezayê xwe yê yasayî.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Êvara duh li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê, ji aliyê çend kesan ve, êrîşî ser ahenggiran û agirvêxistina bi boneya cejna Newrozê hat kirin, di encamê de bi mixabiyeke mezin ve, çar welatiyên Kurd hatin şehîdkirin.

Em sersaxiyê li malbata qurbaniyan dikin û hevxemê wan in û em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin. Em bi awayê herî tund jî, vê tawanê şermezar dikin û daxwazê ji berpirsên navçeyê dikin, lêpirsîna pêwîst bikin û encamderên vê tawanê, bigihînin cezayê xwe yê yasayî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ragehandineka nerazîbûnê ji alyê Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ve

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Pêwîste dawî bi vê rewşa neasayî ya li Şingalê bê anîn

Lalish Duhok

Dr. Eskere Boyîk : Daxuyanî derheqa xebata Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê da

Lalish Duhok