شبكة لالش الاعلامية

Li Parlementoya Brîtanya merasîma Newrozê hat sazkirin

Li Parlementoya Brîtanya merasîma Newrozê hat sazkirin

London (Rûdaw) – Li paytexta Brîtanyayê li bajarê Londonê di parlamentoya wî welatî de bi amadebûna Serokê Parlamentoya Brîtanyayê û hejmareke Kurd û parlamenteran merasîmek ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê birêve çû. Di merasîmê de ji bilî Kurdan, nunerên wan neteweyan jî beşdar bun ku rêzê ji Newrozê digrin.

Bo yekem car di dîroka xwe de Ofîsa Serokatiya Parlamentoya Brîtanyayê merasîmek ji bo Cejna Newrozê saz kir. Ji bilî Kurdan, hejmareke dostên Kurdan ên parlamenter û Lordên Brîtanî nûnerên miletên cuda jî beşdarî merasîmê bûn.

Serokê Parlamentoya Brîtanyayê Lindsay Hoyle dibêje: “Lord, Heval û Mêvanên rêzdar, destpêkê ez bixêrhatina we dikim bo hola parlementoyê, cihê dilxweşiyê ye ku ew hejmara zêde ya amadebûyan li vir in bo beşdarîkirin di şahiya Newrozê ya Taybet bi sersala Kurdî de. Ez dizanim ku bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurd azad nebûye ku bikare şahiyên taybet bi nasname û çanda xwe saz bike, ji ber wê sazkirina vê şahiyê li vir li hola parlementoyê de itirafeke giringe bi nasname û çanda Kurdan.”

Kurdê ji Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Doguş ku ew Serokê Parlamentoya Brîtanyayê ji heman partiyê ne ew merasîm saz kir.

Rêkxerê Merasîma Newrozê li Parlamentoya Brîtanyayê Îbrahîm Doguş jî got: “Ez û Serokê Parlamentoya Brîtanyayê di yek partiyê de ne, lê wî ne ji ber vê yekê ev merasîm pêk anî. Sedem ew e ku civaka Kurd a li Brîtanyayê bihêz dibe û hejmara Kurdan zêde dibe, naskirina çanda Kurdan zêde dibe, herwiha nêzîkbûna gelê Brîtanî ligel Kurd û Kurdistanê ji salên borî baştir bûye. Niha em li Brîtanyayê weke civaka Kurd li her derê pêş dikevin. Îro jî dîroka Brîtanyayê de Serokê Parlamentoyê bo care yekem ji bo Newrozê ji me resepsiyonek organîze kir. Bi sedan kes ji hemû partiyan hatine.”

Hejmareke parlamenter û Lordên Brîtanyayê yên xwe bi heval û piştevanên Kurdan didin nasandin di merasîmê de kom bûne.

Endamê parlamentoya Brîtanyayê Llyod Russel-Moyle jî got: “Vê Newrozê de me şahî di nava hola parlementoyê de kir, ew jî wateya wê yekê ye ku Parlemento , Serokê Parlementoyê , parlementer û hemû alî şahiya sala nû ya Kurdî pîroz dikin û rêzê lê digrin. Ez bawer im ev pir giringe ji ber ku berî niha me di odeyên girtî de ev şahî saz dikirin lê vê care di nav hola parlementoyê de ye ku ew yek itirafeke giringe bi taybetî di vê demê de ku hê jî li ser astê cîhanê çend berbest li pêşiya Kurdan hene.”

Koçka Westimnister hinek caran piştevana mafên Kurdan bûye û gelek caran jî serdestên Kurdan ji bo wan girîngtir bûne. Niha Kurd di wê baweriyê de ne ku dostên wan di wê koçkê de ji berê zêdetir bûne.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hillary Clinton: Tawanên DAIŞê li Dijî Kêmanîyan Jenosîd e

Lalish Duhok

Konê Reş û Pirtûkek li Dor Kurdên Êzidî li Sûriyê

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok