February 07, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Tawanbarê kuştina bav û keça Zaxoyê bi windakirina du keçên Rojava jî tê tohmetbarkirin

Tawanbarê kuştina bav û keça Zaxoyê bi windakirina du keçên Rojava jî tê tohmetbarkirin

Zaxo (Rûdaw) – Beriya çend rojan li nav baxçeyekî Zaxoyê kesekî Êzdî li gel keça wî ya 6 salî hatin kuştin. Hêzên Ewlehiyê jî yekser lêkolînên xwe dane destpêkirin û di encamê de tohmetbarê kuştina wî kesî û keça wî li Duhokê hat girtin. Girtina vî kesî dosyeya windabûna du keçikên Rojavayê Kurdistanê jî, ku beriya du salan li ser cadeyeke Zaxoyê mendîl difirotin, dîsa derxiste rojevê, ji ber ku di wê demê de jî ,heman kesê ku hatiye girtin, bi revandina wan herdu keçikan hatibû tohmetbar kirin, lê ji ber nebûna belgeyên li dijî wî, serbest hate berdan. Polîsên Zaxoyê jî dibêjin, ew kes bi hinek bûyerên kuştinê yên din jî hatiye tohmetbarkirin.

Malbateke koçberên Rojavayê Kurdistanê ne, bi çavên girî behsa bêserûşûnbûna du keçên xwe yên biçûk dikin ku berî nêzîkî du salan wenda bûbûn.

Tawana kuştina awareyekê Kurdên Êzdî li gel keça wî ya 6 şeş salî li nav bostaneke taxeke Zaxoyê, perde li ser windabûna herdu keçên wan ên bi navê Înas Bedir ya 11 salî û Rehef Bedir a 9 salî rakir.

Ji ber ku tawanbarê her du kesan yek kes e. Dayika her du keçan bi çavên tijî rondik take daxwazyek heye.

Dayika herdu keçên winda Şevîn Hacî Mihemed dibêje “Daxwaziya min ew e tenê îtiraf bike. Ev du sal di ser de derbas dibin. Em dixwazin bizanibin zarokên me li ku derê ne. Êdî bes e dilê me dişewite.”

Di beranber da bavê wan dibêje serbarî destkurtiyê lê gelek li herdu keçên xwe geriyabûn , piştî aşkerabûna tawanbar êdî bi hêvî bûye.

Bavê herdu keçên windayî Bedir Ehmed anî ziman “Îmkanyetên min nînin, tu dibînî ez mendîlan difroşim, lingên min alîkariya min nakin, karê min li cem xweda ye ku ez bibînim, lê pşitî ev bûyer çê bû, Înşalle emel heye em dbêjin înşalle emel heye, belê niha keçik kuşt ma çi gunehê wê hebû, emrê wê şeş salî bû, hestê min ew e ku niha zarokên min jî kuştibe.”

Herdu keçên mendîlfiroş Înas û Rehef car dawî li ser cadeya Zaxoyê di 25 meha 11an a sala 2020 hatîne dîtin û polîsên Zaxoyê jî behsa çewaniya aşkerabûna wan dikin.

Rêveberê Polîsên Zaxoyê Nizar Silêman Hacî ragihand “Belê di wê wextê de piştî pêzanîn bo me hatîn ku herdu keçik ne diyar in, me jî dûvçûnek kir û me pêzanîn komkirin, ku her ev tawanbar bû ku herdu keçikan li otomobîla xwe siwarkiribû. Me dûvçûna kamerayên çavdêriyê kiriye heta cihê bostan li wê derê qut dibe. Piştî ku me tawanbar girt, rast e danpêdanê dike ku  `ev keç ligel min bûn, lê piştî hingê îtiraf nekirye û got “ew herdu keç çûne mala nasyarekî xwe yên li wê derê.”

Her çende di 21ê vê mehê de dadgeha temyîzê biryara dawiyê da li dur keysa herdu keçan, lê berî wî ew tometbare bi tometa kuştinê, li xwaringeheke Duhokê hate desteserkirin, û polîs dibêjn, pêştir jî li ser tawaneka din a kuştinê heman kes hatibû zîndankirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi