شبكة لالش الاعلامية

Piştî civîna Barzanî ligel Pêşmergeyên Dêrîn û xanenîşîn..

Piştî civîna Barzanî ligel Pêşmergeyên Dêrîn û xanenîşîn..

Çavkanî :BasNews

Endamekî Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Parlementarekî PDKê di parlemana Kurdistanê de serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin û mijara mûçeyê xanenîşîniyan ligel wî kirin.

Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmen Hewramî di malpera xwe de li ser Facebook belavkiriye ku, îro 9 Tebaxê, ligel Dr Mihemed Şukrî û Dr Ferset Sofî me komek mijarên girêdayî rewşa Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotûbj kir.”

Çavkaniyekê ku nexwest navê were diyarkirin ji BasNews re ragehand: “Civîn li ser mijara mûçeyê xanenîşîn û malbatên şehîdan bû.”

Berî niha jî Parlementara PDKê di parlemana Kurdistanê de Emîna Zikrî ragehandibû: “Nabe mûçeyê malbatên şehîdan û xanîşînan dereng bikeve bi şêweyê ku bandore li jiyana wan bike.”

Di çend rojên derbasbûyî de şandek ji Pêşmergeyên Xanenîşîn ku ji herdu dezgehên Bilina a Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn pêkvehatibûn serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribûn û daxwaz kiribûn pirsgirêka derengbûna mûçeyên wan were çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve jî Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Cemîl Hewramî ragehandibû: “Ez geşbînim ku Barzanî vê pirsgirêkê çareser bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Sinûnê şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket

Lalish Duhok

Mereş: Karesatên mirovî berdewam in

Lalish Duhok

Vekirna pêşangehekê li dor şînwar û mezargehên ayînî yên Êzidî û Krstyana li ‘raqê û Kurdstanê

Lalish Duhok