شبكة لالش الاعلامية

NY : Li gorî raportê hejmara qurbaniyên qeza Şingalê di sala 2014 de 308315 kes bûn

NY : Li gorî raportê hejmara qurbaniyên qeza Şingalê di sala 2014 de 308315 kes bûn

Çavkanî : Basnews

Raportek Neteweyên Yekbûyî (NY) çîrok û serpêhatiyên Kurdên Êzidî piştî êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser qeza Şingalê di sala 2014 de belavdike.

Çekdarên DAIŞê di Tebaxa sala 2014 de bi rengekî pilankirî û tund dest bi kuştina Kurdên Êzidî kir, herwiha jin û keçên Kurdên Êzidî bi kole bikaranîn jibilî çend karên din li dijî mafê mirov çekdarên DAIŞê ew lidijî Kurdên Êzidî pêkanîn.

Raporta NY ji aliyê Nûnerê NY bo Alîkariya Iraq û Nivîsgeha Komisyara Bilind a Mafê Mirov hatiye nivisandin.

Li gorî raportê hejmara qurbaniyên qeza Şingalê ku bêhtirê wan Kurdên Êzidî bûn di sala 2014 de 308315 kes bûn, heta niha jî nêzîkî 360 hezar Kurdên Êzidî awarene û pêîstiya wan bi alîkariya derûnî heye.

Jinên Kurdên Êzidî di dema ku ligel NY axifîne gotine; ew çend caran hatine firotin û kirîn û zarokên wan jî ji wan hatine stendin û revandin.

Jinek behsa wê yekê dike, bê çawa hatiye firotin jibo çekdarekî DAIŞê ku xelkê Sûriyê bû, heyamê 15 rojan berdewam destdirêjiya sêksî ligel wê kiriye û dibêje heger keçekê xwe nedaba dest wan ew dikuştin.

Jinek din di nav 6 kesan de hatiye firotin û kirîn, lêbelê karîbû keça xwe ya 7 salî ji dest çekdarekî rizgar bike û hemû pora wê kur bike û ji wan re da diyarkirin ku, hişê keça wê ne temame, tevî wilo jî çekdarekî DAIŞê xwestiye destdirêjiyê lê bike, lêbelê bi riya qaçaxçiyekî karîbû xwe xelasbike û bireve.

Di raportê de çend nimûne hene amajeyê bi wê yekê dikin ku, jin û mêr ji hev cuda kirine û mêr bi komî kuştine, di çend haletekî din de jî amaje bi wê yekê dikin bê çawa kurdên Êzidî bi zorê kirine musilman.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Yan Kubis ragehand: “Ev raport riwê reş ê tawanên DAIŞê derdixe bê çawa bi êşweyekî pilankirî tawanên xwe beramberî Êzidî û kêmnetewe û olên din kirine.”

Di raportê de eşkere dibe ku, nêzîkî 3500 jin û keç û mêrên Kurdên Êzidî û hejmarek ji kêmnetewe û olên din jî hîna di bin kontirola DAIŞê de ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ laliş qaremanya (Şingala xoragr) bi dawî îna

Lalish Duhok

7 sal di ser rizgarkirina Şingalê ji DAIŞ’ê re derbas dibin

Lalish Duhok

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir

Lalish Duhok