Rêvebera Rêxistina Sara: Zewicandina zarokên keç li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebera Rêxistina Sara ji bo Rûbirûbûna Tundûtîjiya li Dijî Jinan, Gulistan Omer Evdikê ji Rûdawê re ragihand, di wan salên dawî de ji ber hin sedeman û bi taybet, ji ber rewşa xirab a aborî, zewicandina zarokên keç li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.
Gulistan Omer Evdikê, diyar kir, ew nikarin bêjin di nava civaka Ereb a li Rojavayê Kurdistanê de zewaca keçikan di temenekî biçûk de zêde bûye yan kêm bûye, ji ber ku bi gotina wê, zewicandina zarokan di nava ereban de çand e û ji berê ve ew zû keçikan dizewcênin.
Gulistan Evdikê got, lê zewaca keçikên di bin 18 salî re di nava civaka Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de zêde bûye û bi gotina wê, ew yek niha bûye diyarde.
Gulistanê di vê derbarê de got: “Di nava me Kurdan de êdî ev bûye diyarde, diyardeyekî gelek mezin û berfireh, êdî pirsgirêk jê çêdibin. Berê zewac fikrek bû, dema tu bifikirî bizewicî, şert û mercên zewacê hebûn, tu însanekî temenê mezin ku gihîştî astekê dixwazî malekî ava bikî, jiyanekê ava bikî bi hevjînekê re, hinek şert û merc têde hebin. Malek azad û serbet û serbixwe ava bikî. Niha ew şert û mercên zewacê nemane, niha bûye tîcaret (bazirganî), keçikên temenê wan biçûk tîcaretê pê dikin.”
Derbarê sedemên zewicandina keçên zarok de jî, Gulistan Evdikê destnîşan kir: “Sedemên zewaca keçikên temen biçik gelek in, yek jê meseleyên aborî ne, yek jî ya rasî li gor daneyan hejmara jinan ji hejmara mêran zêdetir bûye, tirs li ba malbatan çê bûye. Ya sêyan jî çavlêkerî ye, mesela (gotina) keça vê malbata çûye ya min hêj neçûye û êdî ev bûye pirsgirêk û divê ez vê pirsgirêka xwe çareser bikim. Sedemek din jî dana keçikan weke çareserî bo pirsgirêkên xwe yên aborî ye.”
Rêvebera Rêkxistina Sara got, beşek ji xelkê niha ji bo çareserkirina rewşa aborî ya xwe, keçikên xwe dizewcînin û li cem beşek xelkê jî zewaca zarokan bûye bazirganî.
Tevî ku zewaca keçikan di temenekî biçûk de li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye, lê beşek zêde ya ciwanan tevî ku temenê wan gihîştiye zêdetirî 30 saliyê, hêj nezewicîne.
Beşek ji ciwanan dibêjin, ciwanên niha ji ber rewşa ku li welat heye, dixwazin biçin Ewropayê, û beşek din jî dibêjin, hejarî û rewşa aborî yek ji sedemên serek ye, ku bûye rêgir li pêşiya ciwanan û zewaca wan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî