شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin

Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1925 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1925 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 555 kes li Hewlêrê, 657 kes li Silêmaniyê, 567 kes li Duhokê, 53 kes li Helebceyê, 93 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Gemriyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1421 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 313 kes li Hewlêrê, 477 kes li Silêmaniyê, 484 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 105 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 261627

Mirin: 5000

Başbûn: 209818

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi piştevanya berêz ” Şêx Şamo arîşa xwendekarên Peymangeha Amêdyê hat çareserkirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê Kuweytê dibe

Lalish Duhok

Bingeha Laleşê:Çekdarên tûdirew ên Sûriyê êrîşî çend gundên Kurdên Êzdî kirine

Lalish Duhok