18 sal in bi hev re dijîn
Çavkanî : Rudaw
Li bajarê Lyon a Fransayê zilamê bi navê Pierre Thivillon û hevjîna wî Eliane ev 18 sal in di mala xwe de ligel gorîlekî jiyan dikin.
Navê gorîlê Digit e û dema malbatê ew ji bo xwedîkirinê hilgirtine 2 kîloyî bûye. Lê niha 82 kîlo ye.
Ew bi hev re di malekê de dimînin, bi hev re radizên û radibin. Berovajiyê şiklê xwe, Digit pir mirovdost û hemin e.
Pierre û Eliane dibêjin ew Digit weke zarokê xwe dibînin û bi teybet xwedankirine, heta mezin bûye.
Pierre û Eliane di heman demê xwe rêveberên baxçeyekê ajalan in.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî