شبكة لالش الاعلامية

Zeyta Guwîza Hindê

Zeyta Guwîza Hindê

Muhemed Şerîf Cilînî

Ev don ji guwîza hindê tê derketin ya tê de heye li dora (35-45) ℅ û teratî (av) nêzîkî (50)℅ ji giraniya guwîzê. Ev guwîze tê hev ji derve ta bi hundir ve: pûrt- qalikek hişk-navikek nerm bi navê “kobra” tê naskirin, lewma ji don re carana dibêjin “donê kobra”.

Don ji guwîzê bi vî hawî tê vegirtin: vebirajtina qalikên hişk (yê ko paş re jê komira biraştinê û ya nêrgela tê çêkirin).

Navika ter (kobra) tê zuhakirin ta teratî dakeve nêzî (4-6)℅ û don bilind bibe nêzî (60-70)℅ ji giraniya kobra zuha.

Piştî vê pêngavê kobra zuhakirî tê guvaştin bi giranî di guvaşonekên taybet, ya guvaştinek sivik û şûştin bi Hêksanê. Berhemê vê pêngavê: don û kobra bê don ya tê hêrandîn û tê firotan ji bo çêkirina şêraniyan.

Lê don tê rafînakirin an parzûnkirin (tekrîr) ji bo bibe donê xwarinê  û çêkirina Rûn û Nivîşkê giyahî (nebatî),

Rengê don gewrê bi ser zer ve ye, diherike di germaya (35-40) C° û tê helandin li dora (27)C°. ji ber vê don di damarên xwîna mirovan de ranaweste

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Bexdaya paytexta Iraqê, 2 kurdên êzidî ji aliyê komeke çekdaran ve hatine kuştin.

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî li ser 6. salvegera komkujiya Şingalê

Lalish Duhok

Bi fermana wezarî kesekî êzîdî weke şêwirmendê Serokatiya Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

Lalish Duhok