شبكة لالش الاعلامية

Koçberên Kurd ên di deryayê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Koçberên Kurd ên di deryayê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Hewlêr (K24) – Nêzîkî 80 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di Deryaya Egeyê ya ava Yûnanistanê de asê mabûn, hatin rizgarkirin û bi keştiyeke barhilgir bo bejahiyê tên veguhestin.

Rojnamevan Piştîwan Caf ji Kurdistan24ê re ragihand, keştiyeke mezin a barhilgir, koçberên Kurd rizgar kir û ber bi bendera herî nêzîk a Yûnanistanê têne veguhestin.

Piştîwan Caf eşkere kir: “Di nav koçberan de zarok û jin jî hene û rewşa tendirustiya wan baş e û hemû bi silamet in.”

Ji du rojan ve nêzîkî 80 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di Deryaya Egeyê ya ava Yûnanistanê de asê mabûn û metirsî li ser jiyana wan dirust bûbû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

Lalish Duhok

ŞINGAL – 10 sal bi ser fermana 73an re derbas bûn

Lalish Duhok

Bingehê laliş tayê şingalê harîkaryên madî bi ser 15 xêzanan da belavkirin

Lalish Duhok