شبكة لالش الاعلامية

Rizgarkirinek mazin û hîvyek nû.

. Rizgarkirinek mazin û hîvyek nû

Tora Laliş: Mahir Şingalî

Piştî heşt salan di zîndanên da’iş da Mazin Cirdo bi dîtina kes û karên xwe şad bû, Li sala 2014 demê Şingal hatîye kuntirolkirin Mazin li gel 14 kesan ji xêzane xwe hatbû revandin
birayê Mazin (Îbrahîm Cirdo) bo dengê Laliş diyarkir demê Mazin hatîye revandin temenê wî heşt sal bûn û hewlên berdewam me di karî ji welatê Surya û ji bajêrê hesekê rizgar bikin lê neha zimanê daykê nizanê bi ‘erebî daxfê herwesa got heya neha heşt kesî din ji xêzana Mazin çarenivîsê wan diyar nîne.

Da alîyê din da berpirsê nivîsîngeha rizgarkirina revandya (Hisên Qaîdî) diyarkir hewlên me û digel dam û dezgehên Kurdistanê berdewamin ên mayîn jî rizgarkirinê amaja bi wê çendê kir ta neha nivîsîngeha me (3555) kesan ji herdu regezan rizgarkir bikin.
Tê zanîn li sala 2014 (6417) kes ji bakur û başurê Şingal ketbûn destên da’iş û hemû karên dur ji mirovayetî li hember xelkê Şingal da’iş encamda.

Bi hatina mazin êzidî û taybet xêzana wî keyifxweşîyek peyda kir û çavê wan li wê yekê ye yên din jî bihêne rizgarkirin.
neha xêzana wî li nahye Xankê dijîn.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin

Lalish Duhok

Biruskên Serxweşîyê bo yek ji serokên civaka êzdîyên Kurdistanê Şêx Şamo III

Lalish Duhok

DAIŞ gefa kuştinê li şahciwana Iraqê dixwe

Lalish Duhok