شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiyê belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiyê belav kir

Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna Remezanê peyamek belav kir, di peyama xwe de cejna misilmanên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ku di malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin wiha ye:

  Bi navê xwedayê mezin û dilovan   Ji bo hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî û cîhan bi giştî dikim.

Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîdan û pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û herwiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroz a Remezanê li hemû misilmanan qebûl kiribe û pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe hêviya xwe ya dîrokî û dawî bi hemû nexweşiyan bê.

  Mesûd Barzanî   29ê Remezana 1438an Koçî 24ê Hezîrana 2017an Zayînî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY:Li Reqayê 50 hezar welatiyên sivîl asê mane

Lalish Duhok

Biruskên Serxweşîyê bo yek ji serokên civaka êzdîyên Kurdistanê Şêx Şamo I

Lalish Duhok

Helbest : Salar Faez/ Elmanya

Lalish Duhok