شبكة لالش الاعلامية

Şeş Kurdên Êzidî yên din jî hatin rizgarkirin

Şeş Kurdên Êzidî yên din jî hatin rizgarkirin

Rûdaw

 Şeş kurdên êzidî yên din jî li Sûriyê ji bin destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Ji wan rizgarkiriyan yek jî, biraziyê Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad e.

Rêveberê Karûbarên Êzidiyan ê Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Xeyrî Bûzanî ji Rûdawê re ragihand, bi alîkariya ofîsa rizgarkirinê ya Herêma Kurdistanê, 6 kurdên êzidî yên din, ji bajarên Reqa û Meyadînê yên Sûriyê hatin rizgarkirin û gihiştin devereke aram.

  Herwiha Xeyrî Bûzanî li ser rizgarkirina şeş kurdên êzidî got: “Ji wan şeş kesan, du kes jin in û çar jî zarok in. Xelkê gundên Koço û Sîba Şêx Xidirî yê navçeya Şingalê ne.”

Weke din Bûzanî aşkere kir, ku ji wan rizgarkiriyan yek jî biraziyê Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad e û wisa tê payîn ku îro bigihîjin cem xizmên xwe yên li parêzgeha Duhokê.

  Piştî ku DAIŞê êriş kiribû ser Şingalê û derdora wê, zêdetirî 6 hezar kurdên êzidî ketibûn destê çekdarên DAIŞê.

Heta niha 3030 kes hatine rizgarkirin û hêj çarenûsa zêdetirî 3 hezarên din ne diyar e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

şanogeryek li ser navê fermana 74 hat nimaîş kirin

Lalish Duhok

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Lalish Duhok

Koçberî: 2006 malbatên ku vegeriyane Şengalê, di çarçoveya alîkariya vegerê de cih girtin

Lalish Duhok