شبكة لالش الاعلامية

2 çekdarên DAIŞê teslîmî Pêşmerge bûn

2 çekdarên DAIŞê teslîmî Pêşmerge bûn

BasNews 

Li başûrê Kerkûkê 2 çekdarên DAIŞê teslîmî hêzên Pêşmerge bûn, yek ji wan piledar bûye di nav DAIŞê de.

Jêderekî ji eniya başûrê Kerkûkê ragihand, 2 çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Uzeyriye xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.

Li gor zanyariyên wî jêderî, ku yek ji wan çekdaran xwedî pileyeke bilind bûye di nav DAIŞê de.

Tevî ku demek e çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê tevgerê dikin, lê fermandarên Pêşmerge amaje bi wê dikin ku DAIŞê di warê serbazî û darayî lawaz bûye û karînên xwe jidest dane.

Çavdêrên serbazî pêşbînî dikin ku di dema bê de hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê dê xwe radestî Pêşmerge bikin, ji ber ku ji her aliyekî ve ketine dorpêçê û ti rê ji wan re nemaye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîra derve ya welatê Elmaniya “Hebuna cênosaîdê ji nevyekî bo nevyekî wê bimîne”

Lalish Duhok

Seîd Cirdo:Grûpên çekdar rêgir in li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê

Lalish Duhok

Amarên xelkê Şingalê berî û piştî Cênosaîdê

Lalish Duhok