شبكة لالش الاعلامية

Nadiya Murad bû balyoza NY

Nadiya Murad bû balyoza NY

Keça kurd a êzîdî Nadiya Murad, ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, bû balyoza NY bo alîkarîkirina jinên êzîdî.

Nadiya Murad, ku namzeda xelata aştiyê ya Nobelê ye jî, bû balyoza niyetpakî ya NY bo alîkarîkirina keç û jinên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne.

Li gor agahiyan, merasima wergirtina balyoztiya Nadiya Murad dê meha Îlona îsal li bajarê New Yorkê û li avahiya sereke ya NY were lidarxistin.

Çekdarên DAIŞê dema êrişî devera Şingalê ya Kurdistana Başûr kirin, gelek keç û jinên êzîdî revandin, gelek ji wan kuştin û gelek ji wan jî firotin. Hîn bi hezaran jî di destê DAIŞê de mane. Nadiya Murad jî yek ji wan keçên êzîdî bû.

Nadiya Murad, piştî ku ji destê DAIŞê rizgar bû, serdana gelek welatên cîhanê kir û bi serok û mezinên gelek welatan re hevdîtin û ji wan re çîroka xwe û ew tiştên ku hatine serê wê û jinên êzîdî, got.

Wan hewlên Nadiyayê bandorek mezin li ser helwesta wan welatan li hember kurdên êzîdî kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

DAIŞê ew polîsê Kurd şehîd kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Pêşbînî hene ku girtîxaneya Telaferê ya veşartî de kurdên êzdî hebin

Lalish Duhok

Li Munchenê tevlîhevî: 1 kuştî û 10 birîndar

Lalish Duhok