شبكة لالش الاعلامية

Heval Ebubekir weku parêzgarê nû yê Silêmanîyê hat hilbijartin

Heval Ebubekir weku parêzgarê nû yê Silêmanîyê hat hilbijartin

Civata parêzgeha Silêmanîyê di kombûna xwe ya îro da, parêzgar û serokê nû yê civata parêzgeha Silêmanîyê hilbijart, 5 endamên Yekîtîyê jî dinava civatê da, destjikar kêşana xwe ragîhandin.

Peyamnêra War li Silêmanîyê ragîhand; civata parêzgeha Silêmanîyê îro kombû û têda, rêkevtina tevgera Goran û Yekîtîya nîştîmanî ya girêdayî guhartina postên parêzgar û serokê civata parêzgehê hatine bicîh anîn û Yekîtîyê bi fermî postê parêzgarî radestî Goran kir, bi rengekî ku Aso Freydûn parêzgarê berê dest ji karkêşana xwe pişkêşkir û civatê deng li ser da û licihê wî, Heval Ebubekir ji pişka Goranê weku parêzgarê nû destnîşan kir.

Dîsan Azad Mihemed Emîn ji pişka Yekêtîya niştîmanî, weku serokê civata parêzgeha Silêmanîyê hate hilbijartin û Enwer Tahir ji pişka Goranê, weku cîgirê serokê civatê hat hilbijartin.

Di kombûna îro ya civatê da, Ekrem Şerîf cîgirê berê yê serokê civatê, hilbijartina desteka nû bi kodetayeka spî navkir û bi dijwarî nerazîbûna xwe derbirî û hola civatê jî bicîh hêla ji berku bi gotina wî, pêştir ew berbijarbû bo cîgirîya serokê civatê, lê kodeta li ser wî hatîye kirin.

Paşan di prês konfiransekê da, Ekrem Şerîfî digel çar endamên din yên Yekîtîyê di nava civatê da, dest ji kar kêşana xwe ji Yekîtîyê ragîhandin û dîyar kirin, ew dê bine lîsteka serbixwe dinava civata parêzgeha Silêmanîyê da.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

borîna 10 salan li ser danana bingehê laliş tayê Xankê

Lalish Duhok

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî: Nadya Murad nimûneya serbilindî û zîrekiya keça kurde

Lalish Duhok

Leyla Zana cardin bi kurdî dest bi sondê kir

Lalish Duhok