شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzidî piştevaniya pêşniyara Barzanî dikin

Kurdên Êzidî piştevaniya pêşniyara Barzanî dikin

Nûnerê Kurdên Êzidî di parlemena Kurdistanê de ragehand ku, Kurdên Êzidî piştevaniyê li pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin jibo durustkirina Şingalek nû.

 

Nûnerê Kurdên Êzidî di parlemena Kurdistanê Şêx Şamo ji BasNews re ragehand: “Barzanî bi baweriyek temam behsa pêşniyara xwe kiriye û ew pêşniyar jî li cem Êzdiyan cihê baweriyê ye.” Eşkere jî kir: “Heger ew pêşniyar cîbicîbibe, jiber Şingal bi rêjeya 80% wîran bûye, duyem jî ew pereyên ku wê li Şingalê werin xerckirin bila li Şingala nû werin xerckirin û Şingala niha jî bila wek symbol bimîne.”

 

Herwiha got: “Berê Şingal ji aliyê rêjîma Bass hatibû tarîbkirin, niha divê bi tenê Şingaliyên resen vegerin Şingala nû.”

 

Şêx Şamo ew yek jî ji BasNews re eşkere kir: “Wê vê care Şingalel nû were avakirin û wê hemû pêkhatî û olên cuda jiyaneke nû li wir destpêbikin.”

 

Roja 03.08.2016 di bîranîna kareseta Şingalê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pişniyarek pêşkêş kir jibo avakirina Şingal nû û Şingala niha wek simbolekê li ser hovîyiya çekdarên DAIŞê bimîne hewiha da ku ew kareseta bi sere Kurdên Êzidî ve hat neyê jibîrkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Welatiyê Cindirêsê: Mala min du caran xera bû, cara sêyem jî Xwedê xera kir

Lalish Duhok

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê

Lalish Duhok

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara qurbaniyê erdhejê gihîşt 40 hezar û 642 kesan

Lalish Duhok