شبكة لالش الاعلامية

Festîvala Fîlm a Duhokê tê lidarxistin

Festîvala Fîlm a Duhokê tê lidarxistin

Çavkanî : rudaw

Êvariya îro înê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, 4emîn Festîvala Navneteweyiya Fîlm a Duhokê li bajarê Duhokê dest pê kir. Festîval dê heta 16ê Îlonê berdewam be.

Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê bi beşdariya berpirsên pilebilindên hikûmetê, çend konsul û balyozên welatên biyanî, rayedarên Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û herwiha çend parlamenteran dest pê kir û çendîn sînemakar û hunermendên navxweyî û derveyî tê de beşdar bûne.

Festîvala Fîlm a Duhokê salane tê encamdan û di maweya 2 salên bihorî de ku festîval birêveçûye, şerê DAIŞê hebûye û eniyên şer jî pirr nêzîkî sînorê parêzgeha Duhokê ne.

Îsal jî cihê sazkirina festîvalê tenê 40 kîlometran dûrî eniyên şerê li dijî DAIŞê ye.

Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê, salane mêvandariya sînemaya welatekê dike. Sala 2012, festîvalê mêvamdariya sînemaya Almanya kir, sala 2013 mêvandariya sînemeya Îtalya, sala 2015 sînmeya Fransa û îsal jî mêvandariya sînemaya welatên Skandînaviya kiriye.

Li gorî agahiyan, welatên Skandînaviya bi 13 fîlman beşdarî di 4emîn Festîvala Navdewletiya Fîlm a Duhokê kirine.

Di Festîvalê de herweke salên borî, bi dehan fîlmên Kurdî û biyanî tên  nimayişkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Lalish Duhok

li nawçeya Baedrê karesata Şingelê hat sax kirin

Lalish Duhok

Rêjeya beşdariyê li seranserê Iraqê

Lalish Duhok