شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Heta ez piştrast nebim ez rîskê nakim

Barzanî: Heta ez piştrast nebim ez rîskê nakim

Çavkanî : BasNews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ew heta piştrast nebe ku meseleya serxwebûna Kurdistanê ciddî ye ew rîskê nake. Barzanî li ser tenduristiya xwe jî agahî da û da zanîn ku neştergerî bo çavê wî hatiye kirin.

Serok Barzanî, piştî ku duh li Parîsê bi serokê Fransa François Hollande re hevdîtin kir, bersiva pirsên televîzyona K24 da.

Barzanî diyar kir ku divê mirov her dem geşbîn be û wiha got, baweriya min bi wê heye ku miletê kurd bi ser tevahiya kêşe û kirîzan de bi ser dikeve. Helbet nabe mirov bi kenekê rewş bide guhertin. Hinek caran mirov dikene lê rewş tiştekî dine. Lê eger wisa ezê her gav bikenim…

Serokê Herêma Kurdistanê li ser serxwebûna Kurdistanê jî got, ez dixwazim ji hemû kurdan re bêjim; heta ez piştrast nebim ku meseleya serxwebûnê ciddî ye û berhema wê heye ezê çawa rîskê bikim? Ma pêwîst dike ez ji vê zêdetir bêjim?

Barzanî cara yekemîn li ser tenduristiya xwe jî axivî û got, ez dema serdana Ewropa dikim hinek caran diçim pişkinînan dikim. Duktor ji encamên pişkinînan razî ne. Neştergerî bo çavê min hatiye kirin û serkeftî bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî û berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Awropa kombûn

Lalish Duhok

Hikûmeta Iraqê di salvegera rizgarkirina Mûsilê de pesnê Pêşmerge dide

Lalish Duhok

Li sînorê Zaxo bendavek tê ava kirin

Lalish Duhok