شبكة لالش الاعلامية

Bingehê‌ Laliş 500 kerstên cejnê‌ biser xêzanên kêm deramet belavkirin

Bingehê‌ Laliş 500 kerstên cejnê‌ biser xêzanên kêm deramet belavkirin
Tora Laliş/Duhok
Îro roja şembûyê‌ 15/4/2023 û bi helkefta cejna Ser Sala Êzdiyan,Bingehê‌ Laliş bi hevkarî digel “Şêrwan Rojbeyanî” Cêgrê‌ Parêzgerê‌ Musil 500kerstên xwarnê‌ biser xêzanên kêm deramet belavkirin.

Piroseya belavkirina van harîkaryan ji layê‌ gişt tayî û nivîsîngehên Bingehê‌ Laliş ve hate encam dan û 500 kerstên xwarnê‌ wek diyariya cejnê‌ li ser xêzanên kêm deramet li kempên awareyên Şingalê‌ û deverên din yên Êzdiyan hatine parvekirin.

Weke nerîtekê‌ salane Bingehê‌ Laliş bi gişt tayî û nivîsîngehên xwe ve digel hatina cejna Sersala Êzdiyan, harîkaryan pêşkêşî xêzanên hejar û kêm deramet diken.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Stephen Mansfield:Dewleta nû ya ku, wê were ragehandin Kurdistane

Lalish Duhok

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya Barcelona şermezar kir!

Lalish Duhok

Rêz li xwendekarên serkeftî yên awarên Şingalê hat girtin

Lalish Duhok